Xizmên girtiyan Newroz pîroz kirin

ÎHD û xizmên windayan Newroz pîroz kirin û diyar kirin ku wê dev ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û xizmên girtiyan bi slogana ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ her hefte roja Şemiyê çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Ev çalakî kete hefteya 580’an. Ji ber koronavîrusê çalakî nehate lidarxistin û daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin, “Em xizmên girtiyan me bi salan xwest ku bila serlêdanên hiqûqî yên xizmên windayan werin qebûlkirin û kujer werin darizandin. Lê rayedarên dewletê guh nedan van daxwazên xizmên girtiyan û aqûbeta bi sedan mirovan nehate zelalkirin. Ligel vî tiştî jî xizmên windayan têkoşîna xwe domandin.

Bi wesîleya cejna Newrozê em li ser navê xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan cejna Newrozê ya hemû gelan pîroz dikin. Heta ku kujer werin dîtin û darizandin, em ê dev ji têkoşîna xwe ya edalet û heqîqetê bernedin.”