Xirabreşkê kete Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê

Xirabreşkê (Gobeklitepe) ku bermahiyên dîrokî yên beriya 12 hezaran salan lê hatin dîtin, kete Lîsteya Mîrateya Cîhanê.

UNESCO’yê Xirabreşkê tevlî nav Lîsteya Mîrateya Cîhanê kir, ku Xirabreşkê di nav Lîsteya Demdemî ya Mîrateya Cîhanê de bû û bermahiyên dîrokî yên beriya 12 hezar salan di nav xwe vedihewîne.

Di Civîna 42’yan de ya Komîteya Mîrateya Cîhanê de, ku li Bahreynê pêk hat, biryar li ser hate standin ku Xirabreşk tevlî Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê were kirin.

XIRABREŞKÊ LI KÛDERÊ YE?

Xirabreşkê 20 km li rojhilatêbakur ê Rihayê ye û nêzî gundê Orencîkê ye. Li cihekî bi bilindahiya nêzî 15 metroyî ye û bi berfirehiya 300 metroyî ye. Ji Xirabreşkê bergeheke berfireh dikeve ber çavê mirov.

GIRINGIYA WÊ

Xirabreşk ji serdema Neolîtîk maye, ji ber ku perestgeha herî pêşî ye û navenda baweriyê ye girîng e. Li vê herêmê nêzî 20 perestegeh hatin dîtin û heta niha 6 jê derketine holê.

Xirabreşk ji avaniyên dîrokî û peresteghên ku têne zanîn 7500 sal wêdetir e.

Dema ku Xirabreşk ava bûyî mirov hê bi rengê komikên biçûk dijiyan, bi komkirina nebatan û nêçîra ajalan xwe xwedî dikirin.