Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê, ku piştî navbera ji 15 rojan duh ji nû ve dest pê kir, bi rengekî serketî dewam dike.
Li gundê Xirbetê yê Reqayê, di navbera şervanên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Li vê derê 9 çete hatin kuştin û beşeke mezin a gund kete kontrola şervanên QSD'ê. Operasyona şervanan a li gund didome.
ŞERVANAN 4 HEZAR WELATIYÊN SIVÎL RIZGAR KIRIN
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, ku li bakurê Reqayê bi pêş ve diçin, ji aliyekî ve şerê DAIŞ'ê dikin, li aliyê din jî sivîlan rizgar dikin û derbasî herêmên ewle dikin.
Şervanan bi qasî 4 hezar welatiyên sivîl ên ji gundên Bakurê Reqayê rizgar kirin û ew derbasî herêmên ewle kirin.
Piraniya van welatiyan ji jin û zarokan pêk tê.