Xelkê Mexmûrê: Bi êrîşan nagihêjin armancên xwe

Welatiyên Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê ku sê jinên sivîl hatin qetilkirin şermezar kir û diyar kirin ku dewleta Tirk û hevkarên wan nagihêjin armancên xwe, banga hestyarî û ketina tevgerê li herkesê hate kirin.

Welatiyên Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) a li ser Mexmûr ku 3 jin bûn qûrbanî nerazîbûn nîşandan û bang kirin ku wê dewleta Tirk û hevkarên wan negihêjin armancên xwe.

‘EM PENABERÊN XWEDÎ STATÛYA SIYASÎ NE’

Endamê Karê Têkiliyên Derve ya Mexmûr Mehmûd Manak: Ev 26 sal in em penaber in. Bi berxwedan û berdêleke mezin em weke penaberên siyasî hatine qebûlkirin. Tevî vê jî gelek carî êrîş kirin û statûya me ya penaberî xistin metiriyê kirin ku Neteweyên Yekbûyî destê xwe ji penaberên Mexmûrê vekişîne.

Dema em li Mexmûrê bi cih bûn, dîsa NY li gel hikûmeta Iraqê dubare statûya penaberiyê ya ji bo me hatibû dayîn qebûl kirin.

‘SALÊN DAWÎ ÊRÎŞ ZÊDEBÛNE, JIN DIBIN HEDEFA ÊRÎŞAN’

Ti demê êrîş li ser wargehê bi dawî nebûn. PDK’ê tim em weke aliyeke yê şer didîtin û bi dewleta Tirk re êrîş dikirin. Bi taybet salên dawî û li gorî konsepta nû ya şerê taybet êrîşên li ser me jî zêdetir bûn. Bi taybet ji sala 2017 û şûnde êrîşên esmanî li ser me zêdetir bûn.

Cara çaran e ku balafirên şer û bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûrê tê kirin. Sivîl dibin qûrbanî, bi taybet jin tên hedef kirin û qetil dikin.

Em ji aliyê hem Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine qebûlkirin, sînorên Kurdistan û Iraqê tên derbaskirin û tên bombekirin. Kesên diçin debara xwe bi lawirvaniyê dikin û sivîl dibin qûrbanî.

‘BÊ DESTÛRA HÊZÊN HERÊMÊ NE MIMKÛNE ÊRÎŞ PÊK BÊN’

Hikûmeta Iraqê ku bi daxuyaniyan helwest û êrîşê şermezar dike, lê di pratîkê de encam nagire. Eger bi rastî jî ne Iraq, hikûmeta Herêmê û Neteweyên Yekbûyî li pişt vê be, destûr nede wê ne mimkun be êrîş bike.

‘CÎHAN BI KORONAYÊ RE TÊDIKOŞE, TIRKIYE ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE’

Welatiya Mexmûr a bi navê Evîn Taybogan: Di serî de êrîşê şermezar dikim. Di demekê de dinê tev li dijî şewba Korona têdikoşe, dewleta Tirk dev ji dijminahiya Kurdan bernade.

Bi êrîşê re rojeva gelê Kurd û Mexmûr tev bûye êrîşên nemerd ên dewleta Tirk a dagirker. Niha rewş ketiye wê astê ku gel fikarên bê ka xwe ji vîrûsa Korona biparêzin an jî ji balafirên şer ên Tirk.

‘ÊRÎŞ BERFIREH Û BI PILAN TÊN KIRIN’

Niha êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser Mexmûr, li Zînê Wertê, li Rojava, Bakur dewam dike. Armanca sereke ya van êrîşan destdanîna ser destkeftiyên gelê Kurd e. Dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Eger ku êrîş ne tenê li Mexmûr li Başûr tê kirin, ev projeyek hatî amadekirine. Ne mimkune ku welate bê destûra welateke din xaka wê derbas bike û êrîşan pêk bîne. Ji bo wê ev bipilan û proje ne. Ji bo vê weke xelkê wargehê di mijarên wiha de gumana bi me re dide çêkirin.

Tirkiye bê destûra herêma Kurdistan û dîsa hikûmeta Iraqê nikare li ser esmanê wê bifire û êrîşan pêk bîne. Ji bo wê jî hemû ji vê êrîş berpirs in.

‘GUMANÊN ME HENE Û HEMÛ JÎ BERPIRS IN’

Dem bi dem dewleta Tirk, dîsa çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariyê êrîşî jin û xelkê Mexmûrê dike. Ev çi ji xelkê Mexmûrê dixwazin. Ev li Başûr, Rojava û cihên din ên Kurdistanê heman rengî, ev gumanên ku ne tenê ji Tirkiyeyê ji hêzên herêmî jî dide çêkirin. Gumanên me ji Iraqê, ji hêzên navneteweyî heye. Çima NY bi erka xwe ranabe. Ev jî nîşana têkiliyên wan bi hev re heye ku êrîşek li ser me tê kirin.

Destpêkê bang li hikûmeta herêmê dikin ku ji ber Kurdin, hêzên navneteweyî dikin ku em di bin sêwana wan de ne, hikûmeta Iraqê dikin ku Mexmûr di sînorê wan de ye û her kesê heye ku bi erka xwe ya mirovî rabin.