Xelkê Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir

Newroz li Wêranşarê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hate pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Yek ji deverên ku Newroz bi coş lê hate pîrozkirin navçeya Wêranşarê ya Rihayê bû. Ji serê sibehê ve girseya gel herikî qada Mezatê û li pêşiya ketina qadê rêzeke dirêj çêbû. Tevî Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn zêdeyî 10 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di dema deqeya rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan de ciwanan sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan silav dan gel. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" hatin qîrîn. Piştre jî hunermend Şîlan Dora hunera xwe pêşkêş kir.

BERXWEDANA EMÎNE ŞENYAŞAR HATE SILAVKIRIN

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî piştî ku gel silav kir, silav da Emîne Şenyaşar ku 378 roj in ji bo edaletê têdikoşe. Çîgdem Karakeçîlî Newroz li Emîne Şenyaşar pîroz kir. 

Parlamenterê HDP'ê Nûsrettîn Maçîn jî diyar kir ku Kurd tenê mafên xwe dixwazin û got, "Kurd her tim aştiyê dixwazin. Mafên gelan hemûyan hene. Em dixwazin li Kurdistaneke azad bijîn. Dest ji lêçûnên li şerê qirêj berdin. Emîn Şenyaşar zêdeyî saleke li ber edliyeyê daxwaza edaletê dike, lê belê edalet nîne, edalet nehiştin."

SURUCU: GEL LI VÊ QADÊ BERSIV DA

Parlamenter Ayşe Surucu jî anî ziman ku li qadên Newrozê bersiv ji hewldanên girtina HDP'ê re hate dayin û destnîşan kir ku hêza kesî wê têra girtina HDP'ê neke.

Surucu ragihand ku li her devera Tirkiyeyê tecrîd heye û got, "Tecrîda li Îmraliyê li her deverê belav bû. Ji bo bidawîkirina krîzan hevdîtina bi Birêz Ocalan re şert e. Muxatabê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e, muxatab li Îmraliyê ye."

Surucu got, "Niha dem dema azadiya Ocalan e."

Di pîrozbahiyê de hunermend Cemîl Koçgirî derkete ser dikê û li ber stranên wî govend hate gerandin.