Xelkê Wanê xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Tûncer Saginç bang li xelkê Wanê kir ku 20'ê Adarê roja Yekşemê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.

Yek ji pîrozbahiyên herî bi heybet ên Newrozê yên salên dawî wê li Wanê bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo Newroza 2022'an li Wanê dewam dikin.

Newroz wê li Wanê li qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê pîrozkirin û tê payin ku Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, parlamenterên herêmê û bi sed hezaran kes tevlî bibin.

REWŞA XITIMANDÎ YA SIYASÎ WÊ BI NEWROZÊ RE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Tûncer Saginç li ser amadekariyên Newrozê agahî da û bi bîr xist ku Newroz ji salên 1990'î û vir ve bi berxwedan û coşeke mezin tê pîrozkirin. Saginç anî ziman ku Newroz li Wanê ne tenê pîrozbahiyeke, di heman demê de îtiraza bindestan e.

Saginç got, "Gelê me careke din xwe ji bo Newrozeke bi heybet amade dike. Em di pêvajoyeke gelê de ne ku kiryarên antî demokratîk zêde bûne. Daxwazên ku li Newrozê bêne ser ziman, ji bo bidawîkirina kiryarên antî demokratîk û destpêkirina pêvajoyeke nû gelekî girîng e. Li Tirkiyeyê rojeveke giran a siyasî heye, tecrîd, binpêkirina mafên mirovan û şer bi destê desthialtdariya heyî tê meşandin û vê yekê welat xitimandiye. Bi têkoşîna gelan re wê dawî li vê rewşa xitimandî bê anîn. Lewma daxwazên bi sed hezaran kesî ya li Newroza Wanê wê dawî li vê rewşa xitimandî bîne."

Saginç diyar kir ku di çalakiyên Newrozê de mijara bingehîn wê 'tecrîd' be û wiha dewam kir, "Her wiha binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan wê yek ji rojevên me yên bingehîn be. Daxwazên ji bo bidawîkirina operasyonan, hewldanên ji bo nîqaşkirina pirsgirêka Kurd li ser zemînê demokratîk, pêşîvekirina li maf û azadiyan, bidawîkirina sansura li ser çapemeniyê wê di Newrozê de bêne ser ziman ku daxwazên gelekî girîng in. Eleqeya li nava gelê me gelekî zêde ye. Newroza 2022'an wê ji Newrozên bihurî gelekî xurtir be. Parlamenterên me Sezaî Temellî, Alîkarê Hevserokên me Tayîp Temel, parlamenterên me yên din û gelek hunermendên me wê tevlî bibin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk jî wê beşdar bibin.

BANGA LI XELKÊ WANÊ YA JI BO TEVLÎBÛNA LI NEWROZÊ

Di dawiya axaftina xwe de Saginç ev bang kir, "Me 4'ê Adarê serlêdana xwe kir. Em ê Newroza xwe pîroz bikin û ne li benda rûdana rewşeke neyînî ne. Xebatên me yên dîtbarî jî dewam dikin, karên teknîkî qediyane. Gund bi gund, tax bi tax, kolan bi kolan em li nava gelê xwe digerin û ji bo Newrozê banga tevlîbûnê dikin. Em ê li ber Keleha Wanê ya dîrokî Newrozê pîroz bikin. Di nava gel de, bi gelê xwe re."