Xelkê Sinûnê meclîsa xwe jinûve vekir: Rêveberiya Xweser bi êrîşan tune nabe

Avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê ku ji aliyê sîxurên PDK-MÎT'ê ve hatibû teqandin, jinûve hate vekirin. Di merasîma vekirinê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi gef û êrîşan tune nabe.

Avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê ku di 15'ê Hezîrana 2022'an de ji aliyê sîxurên PDK-MÎT'ê ve hate teqandin û di encamê de zarok Salih Naso û ji şêniyên herêmê Îbrahîm Derwêş şehîd bû, careke din kete meriyetê.

Piştî demeke dirêj, avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê bi merasîmekê hate vekirin. Li gel şêniyên Sinûnê û Şengalê nûnerên saziyên civaka Êzidî yên Şengalê jî beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas li merasîmê axivî û got, "Piştî çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin, ji bo xizmeta gel ev meclîs hate avakirin û heya niha xizmeta gel dike. Ji ber xizmeta meclîsê ya ji bo gelê navçeyê dijminê koka me dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî ser meclîsa me kirin û gelê me yê medenî tevî endamên meclîsê şehîd xist, hinek jî birîndar kir."

'RÊVEBERIYA XWESER BI GEF Û ÊRÎŞAN TUNE NABE'

Eliyas da zanîn ku xwestin gelê wan dest ji karê xwe berde û gel gel bê îrade bimîne û got, "Lê gelê me li sazî û dezgehên xwe xwedî derket û li ser xeta şehîda berdeweme. Em îro careke din vê meclîsê vedikin û didin diyarkirin wê Rêvberiya Xweser bi gef  û êrişekê tine nebe. Dema me xwe li gelê xwe kir xwedî û pêşengî ji gelê xwe re kir, me dizanî wê êrîş jî li ser me pêk werin. Ev fikrê Rêber Apo pêşkêşî me kirî ku em li ser xwe rêxistin bikin û ji fermana xilas bikin, ew ê heya dawî xeta me ya azadî û serketinê be û em careke din vekirina meclîsa gel li tevahiya gelê xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin.

Her wiha endama meclîsa gel a Sinûnê jî da diyarkirin ku ev meclîs ji bo gelê me pir girînge ji ber ku ê xizmeta gel dike sazî û dezgehên rêveberiya xweser a Şengalê ne. Çiqas êrîş li ser me pêk werin em ê dest ji karê xwe berndin û em dizanin ev êrîş û li ser me tên kirin ji tirsa tên kirin, ne ku dijmin bi hêz e. Ji bo em karibin xwedî li destketiyên xwe derkevin. Lazime tevahiya gelê me li derdora rêveberiya xweser kom bibe."

Hevserokê Meclîsa Gel Seyîdo Elî jî got, "Îro bi beşdariya gelê Sinûnê tevahî me careke din meclîsa xwe fermî vekir û ev yek ji bo her kesê ne xêrxwazê civaka me peyameke. Her çiqas dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê xwest gelê me bê rêxistin bihêle û meclîsa me hedef girtin, îro em ji gelê xwe re cardin dibêjin va em in û em li vir in û careke din û hîn xurtin em ê xizmeta gelê xwe bi her awayî bikin."

Elî her dawî jî got, "Dewleta Tirk û PDK'ê xwest gelê me belav bibe û nikaribe xwe bi rêxistin bike, lê em ji wan re dibêjim hûn çi jî bikin wê gelê Êzidî dev ji doza xwe bernede û doza xwe bibe serî."