Xelkê Ranyayê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin

Xelkê Ranyayê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, protesto kirin û li dijî dagirkeriyê banga nîşandana helwestê kirin.

Li Baxê Giştî yê navçeya Ranya ya Silêmaniyê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi tevlêbûna gelek kesan çalakiyek hate lidarixstin û êrîşên bi çekên kîmyewî hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne û pankarta li ser “Bêdengiya cîhanê ya li dijî çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn şermezar dikin” nivîsandî, hatin hildan.

Li ser navê girseyê, Sara Kerîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Niha dewleta Tirk a faşîst, bi pêşengiya Erdogan û Bahçelî bi awayekê herî hov şerê tunekirina gelê Kurd dike. Welatiyên sivîl, bi balafirên F16 ên Emerîka û bi çekên NATO’yê bombebaran dike. Jîngeha Kurdistanê dişewitîne. Bi awayekê eşkere aştîxwazan qetil dike. Di qada şer de jî çekên kîmyewî li dijî hêza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne û bi dehan şoreşger ji ber şehîd bûne.

Em, bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku êdî li hemberî binpêkirinên rûmeta mirovahiyê û pîvanên navneteweyî bêdeng nemînin ku ji aliyê dewlata Tirk a faşîst ve tê kirin. Em, astengiya desthilata Başûrê Kurdistanê ya rê nade şande biçin lêkolînê bikin, şermezar dikin. Em, daxwaz dikin ku dewleta Tirk weke sûcdarê şer were naskirin.”