Xelkê Qendîlê ji bo du gerîlayan merasîmeke girseyî lidar xist

Ji bo gerîlayên HPG'ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Bawer Botan (Bekîr Kina) ên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Qendîlê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Bawer Botan (Bekîr Kina) ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, bi merasîmeke girseyî li Qendîlê hatin veşartin.

Merasîm li goristana Qendîlê ya Mihemed Karasûngûr bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sûltan Yildizatan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ji her hêlê ve êriş li ser me hene. Di goristanên me de, ji her neteweyê şehîd hene. Ev jî dide nîşandan ku fikrên Rêber Apo bi ser ketine. Em wek xwediyên van şehîdan, divê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Wê serketin bibe ya gerîlayan."

Piştî wê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Xalid Mihemed jî axivî û sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku roj bi roj xelkê azadîxwaz û neteweya demokratîk hêvî dide gelê me û wiha axivî: "Dijmin ji ber fikrên me yên azadîxwaz êrişî me dike. Em dibêjin, bila serê malbata hêja û serê tevahî gelên azadîxwaz sax be."

Piştî axaftinan, cenazeyên Şehîd Rêzan û Bawer di bin diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ de hatin veşartin.