Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêç û ambargoyê meşiyan

Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêç û ambargoya asayîş û rêveberiya PDK’ê ya ji 17’ê Tîrmehê bûyera li Restoranta Hoqqabaz a ku têde rêveberekî MÎT’ê hatibû kuştin û şûnde li ser wargehê hatibû danîn, meşiyan.

71 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya PDK’ê danî li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Li dijî vê dorpêçê bi hezaran şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber deriyê Şaredariya Gel ber bi navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK'ê û KCK'ê hatine bilind kirin. Herwiha dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Berxwedan jiyane' berz dibin.

Li derketina girseyê ya ji wargehê ji aliyê leşekrên Iraqê ve pêşiya wan hatiye girtin. Komîteya Karê Dîplomasî û Çalakiyê bi rêveberên Iraqî re li ser çalakiyê civiyane.

Heyeta Dîplomasî û Komîteya Çalakiyê bi rêveberên Iraqê yên keşkerî re civiya. Piştî civînê fermandarê leşkerî yê herêma Mexmûr li gel heyeta Dîplomasiyê ya Mexmûrê daxuyaniyek da. Fermandarê leşkerî anî ziman ku têkildarî mijarê bila heyetekê amade bikin wê li gel wan biçin li ser mijarê hevdîtinê bi qeymeqamê Mexmûrê re pêk bînin. Her wiha fermandar ragihand wê piştevaniya wan bikin û heta ji bo paratinê jî tişata ji destê wan bê wê pêk bînin.

'HETA GIHIŞTINA ARMANCÊN XWE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'

Li ser navê gelê Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hiseyn Kara axivî û got: “Weke heyetek li ser navê Mexmûrê me hevdîtin bi rayedarên Iraqê re kirin. Di hevdîtinê de ji mere gotin; 'em dixwazîn bi were bibin alîkar, lê rewş siyasiye û em nikarin di aliyê siyasî de tiştekê bikin. Hûn mafdar in.'  Weke heyet jî me ji wan re got ku heya em ne gihin armanca xwe em ê çalakiyên xwe bi awayekî cuda cuda berdewam bikîn.”

Hêjayî gotinê ye ku ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî tevî şert û mercên dijwar jî 26 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.

Piştî daxuyaniya fermandarê leşkerî û şûnde meşa xelkê Mexmûrê bi dirûşan bi dawî bû.

ÊRÎŞ LI SER MEXMÛR ZÊDE BÛN

Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.

Li Mexmûrê zêdetirî 13 hezar kes lê dijî. Li ser kampa ku tim dibe hedefa êrîş û zextan 6'ê Kanûna 2017 û 13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer bombe li ser barandin. Di van êrîşan de 8 sivîl hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Herî dawî jî 19'ê Tîrmehê dîsa balafirên şer bombe li sivîlan barandin. Di vê êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn. Hema piştî vê Rêveberiya PDK'ê gelek kes destgîrkirin û rê li çûn û hatina wargehê girt.