Mexmûriyan gotin ku bêdengî îxanet e!

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi bihîstina îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser medyayên dîjîtal hatin parvekirin ketin nava liv û tevgerê.

Li ser medyayên dîjîtal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker îdîayên di derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin parvekirin. Vê yekê fikar xiste nav dilê gelê Kurd û dostên wê. Ji ber vê fikarê li her dewera welat û ji derveyî welat Kurdistanî ketine nava liv û tevgerê û rabûne ser piyan.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li hemberî wê rewşê helwesta xwe nîşan da û got ku dema mijar dibe Îmralî ava ku diherike, disekine.

Şêniyên wargehê li pêşiya parka Şehîd Aryen Cûdî hatin gel hev. Li wê derê daxuyaniyek hate dayîn. Ji beriya daxuyanî were xwendin deqeyek rêz ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê hate girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Rehşen Mexmûr ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku dema mijar dibe Îmralî, ji bo gelê Mexmûrê ava ku diherike, disekine. Daxuyanî wiha dom kir: “Em dibînin ku niha çawa dewletên desthilatdar êrîşê Rêbertî dikin, ji ber ku ew jî dizanin mifteya azadiyê Rêber Apo ye. Em wek jin û ciwan pêwîste van êrîşan qebûl nekin û her qadê bikin qada serhildan û serkeftinê. Bila Erdogan bizane, wê qesra wî jê re bibe gorek û di serê wî de were rûxandin. Heta ku Rêbertî azad nebe em ê yek deqe jî rehet nejîn û hertim di nava çalakiyan de bin. Êrîşên ku li ser Rêber Apo têne meşandin, em qebûl nakin û em ê ser pêyan bin. Banga me ji bo tevhahî jin, ciwan, pîr û kalan re ew e ku rabin ser pêyan, dem dema azadkirina Rêber Apo ye. Pêwîste di her kêliyê de em Rêbertî bifikirin û bi Rêbertî re bijîn. Ev îdîayên ku belav bûne, di dilê her Kurdekê de fikarek daye avakirin. Ji bo wê jî pêwîste demildest bi Rêbertî re hevdîtin were kirin. Ji bo wê jî em ê heta dawî li ser pêyan bin. Pêwîste tevahî ciwan û gelê azadîxwaz, berpirsyartiyên xwe yên demê pêk bînin. Ji bîr nekin ku bêdengî îxanete û em îxanetê qabûl nakin. Pîvana demê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Êdî dema serhildan û azadiyê ye.”

Çalakî piştî xwendina daxuyaniyê bi qêrîna dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.

Hate zanîn ku şêniyên Mexmûrê wê sibe ji bo vê rewşê meşek girseyî lidar bixînin.