Xelkê Mexmûrê banga rawestandina aloziyan kirin

Xelkê Mexmûrê bal kişand ser sewqiyata leşkerî û provakasyonên PDK’ê û li hemberî siyasetên PDK’ê ya rê li ber şerê navxweyî vedike bertek nîşan dan û diyarkirin ku ew ê bi xwe wenda bikin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nerazîbûn nîşanî provakasyon û helwesta rêveberiya PDK’ê da û banga rawestandina aloziyan kirin.

Dayika bi navê Asya Şirnex destnîşan kir ku Başûr xaka Kurd û Kurdistanê ye tu kes nikare bêje ku hûn dest jê berdin û got: “PDK çiqasî bikeve pêşiya dagirker û xwînmijan jî ma qey wê bikare me xelas bike. Bi ti awayî nikare me xelas bike û wê xelas jî nebîn. Ew ji Erdogan ne xurtire, hemû rojê partiya me bi tena serê xwe tiliya xwe dixe nav çavên dewleta Tirk û dibêjin em hene. Ti wextî û li ti cihî heta li girtîgehan jî serê xwe li beramberî dewleta Tirk natewînin, em jî natewînin. Em ji ber zilma wan koçberî vir bûne. Heya dawiya emrê xwe jî em ê teslîm nebîn, sed sal jî derbas bibe, vaye ev salek û nîv e ku me xistine nava vê şert û mercê zehmet, lê dîsa em ê serî netewînîn. Her wiha em bang li mirvên xwe yên bi rûmet dikîn ku bila li hemberî wan rabin ser xwe.”

‘PDK û IRAQ A MALA KURDAN WÊRAN KIR, NIHA DOZA ÇI DIKE?’

Dayika Şirnex qala zextên PDK’ê yên li ser Mexmûrê kir û wiha pêde çû: “Îro mirov, keç û xotrên me yên xwendevan û karker desteserkirine û evêtine girtîgehê, başe li xwe şerm nake? Em dibêjin birayê me ne, lê ne birayên me ne û ti carî jî wê nebin birayê me. Heya dawiya emrê xwe em ê bêjin ku Mesûd Barzanî û partiya wî ne Kurd e, ber ku faşîst e. Em siyaseta wan ya li ser me û giştî Kurdan baş nabînîn. Tiştekî ne başe, siyaseta wan faşîstî ye, kuştin û xwînmêjiye. Em dibêjin ku bila destê xwe ji me bikêşînin. Ya ku ew, hikûmeta Iraqê û hevkarên wan li ser Mexmûr û Şengalê ferz dikin bê bextî û zirara mezin e. Ev peyam bê Êzîdiyan hatiye kirin. Ka ji Êzîdiyan pirsiye û mohra xwe li binê peymanê xistiye? Ma ne duh bû ku PDK û leşkerên Iraqê mala Kurdan wêran kirin û hemû perîşankirin, îro doza çi dike?”

Dayika Asya diyar kir ku eger bixwazin me qir jî bikin wê gav bi şûn ve ne avêjîn û wiha domand: “Hûn me hemûyan jî qir bikin jî em ê gav bi şûn ve ne avêjîn. Bila siyaseta wan wisa be, valay e. Ez bang li gelê me yê bi rûmet û namûs dikim, bila bang li wan bikin ku xwe ji wan tiştan dûr bixin.”

‘ÊZIDÎ PARASTINA XWE DIKIN’

Dayika Asya komkujiya Hewlêrê bibîr xist û got: “Ma ne duh bû ku komkujiya Hewlêrê kirin, ji bîra kê/î çûye? Hê jî di bîra me de ye û li ber çavên me jî wenda nebûye. Em qîma xwe li PDK’ê û li Iraqê jî nayînîn. Ji ber ku her du hevkarên hev in. Hikumeta Iraqê bi hevkariya PDK’ê bi hinceta ku PKK li Şengalê ye û divê nemîne li ser Şengalê peymanek îmze kirine. Ev yek ne rast e, ew tenê hinceta wan e. Ji ber îro keç û xortên Êzidxanê ne ku li wê derê parastina xwe dikin.”

‘DI PENABERIYÊ DE PDK’Ê ZEXT LI ME DIKIR’

Dayika Feyrûz Gokalp jî bibîr xist ku dema ew penaber bûne, PDK’ê zext li wan kiriye û ji ber wan zextan li Mexmûrê bi cih bûne û wiha domand: “Dema em penaber bûyîn, ji ber zextên PDK’ê heta vir em koçber bûn. Em jî mirov in; maf û nasnameya xwe dixwazin. Berê axa me, war û her tiştê me hebû; em ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne. Me got PDK jî Kurd e û em berê xwe da axa Kurdan, lê me nezanî ku wê vê yekê bînin serê me. Li hemberî me û PKK’ê radibe û şer dike, PKK jî Kurd e û ew jî axa Kurdane, tu ferqa me ji hev nîne. Divê her kes li hemberî wê yekê rabe ser xwe û bila tu kes bê deng nemîne. Yê ku du gotinan jî dike bila li hemberî wê yekê rabe ser xwe.”

‘PKK BI QEDE DOR TÊ WAN’

Dayika Gokalp got: “Em penaber in û ew salek û nîve ku ambargo daniye ser wargeha me. Wargeha Mexmûrê çi kiriye? Bila kes bê deng nemîne û her kes li hemberî Mesûd Barzanî rabe ser xwe û tişta dizane bila bêje. Em jî mirov in û mafê xwe dixwazin. Em ne li hemberî Kurdan li hemberî dijminê xwe radibîn ser xwe. Dewleta Tirkiyê ji cihê xwe radibe û tê êrîşê Şengal û me dike, balkêşe Kurd jî li hemberî me radibin. Em naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Eger PKK biqede wê dor bê wî. Bila xwe nexapînin û guhê xwe nedin dijminê xwe. Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye berku yê hemû Kurdan e. Ma em ji ber çi revîn û hatin wê derê? Em ji ber Tirkan revîn, ne ji ber Kurdan. Em hatine vê derê jî Mesûd Barzanî şerê PKK’ê dike. Şerê penaberan dike. Em wê yekê qebûl nakîn. Li Şengalê jî çete ketinê û ferman pêde anîn, jinên wan qetilkirin, birin bazaran û firotin. Gorên komî çêkirin. PKK hat hewara wan û axa Şengalê rizgar kir û got ku ew jî mirov in. Piştî wê ku Şengal kêmekî aram bû rabûn hikûmeta Iraq û PDK’ê gotin ku divê PKK li wê derê nemîne. Em wek jin wê yekê qebûl nakîn. Ji ber ku îro Şengal be wê sibe jî dora me be. Dora Kerkûkê û Hewlêrê ye. Bila xwe nexapînin. Bila Mesûd Barzanî wê yekê neke, şerê birakujiyê neke, em şerê wisa qebûl nakîn. Mesûd Barzanî dibêje ezê Kurdan qir bikim, Kurd qir nabin. Waye PKK belavî her derê cîhanê bûye. PKK li her derê amade ye. Bila nebêjin PKK hatiye nav axa me, ew axa Kurdistanê ye, ne ya wî tenê ye. Em Kurd li hemberî wê yekê radibin ser xwe. Bila kes bê deng nemîne. Pêşmerge jî, PKK jî kur û keçên me ne, em ferqa tu kesî/ê nakîn, hemû Kurd in. Dema agir bi pêşmergeyan dixistin dilê me dişewitî, ma ew jî kurên me ne, PKK jî keç û kurên me ne, ti ferqa wan nîne hemû zarokên Kurd in. Bila şerê birakujî çênebe. Em wê qebûl nakîn.”

‘PDK BI PROVAKASYONAN DIXWAZE JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ PKK’Ê SÛCDAR BIKE’

Dayika Feyrûz di dawiya axaftina xwe de bal kêşand li ser provakasyonên ku PDK bi xwe çêdike da ku şerê birakujî derxîne û diyar kir ku PDK provakasyonan çêdike û dixwaze biavêje ser milê PKK’ê da ku PKK’ê weke sedema derketina şerê birakujî nîşan bide.

‘ME EW BI GULAN WAN EM BI FÎŞEKAN PÊŞWAZÎ KIRIN’

Salih Kara jî qala daxuyanî û îdîayên berpirsê PDK’ê yê navçeya Mexmûrê ya li ser Wargeha Mexmûrê dabû kir û got: “Ew îdîayên tên kirin ne rast û derew in; em penaber in. Ev 28 sal in ku em penaber in. Ji Zaxo, Bihêrê bigre heya ku em hatine Mexmûrê, niha jî PDK li ser me dibêje ku ew wargehekî leşkerî ye, ew ne rast in. Em hemû sivîl in lê tevî wê yekê li ser vî gelî derew û bê bextiyan dikin. Kurdayetî ne wisa ne. Hûn du caran penaber bûn û hatin cem me, me we bi deste gulan pêşwazî kir. Lê em hatine û heya niha PDK’ê bersiva me bi fîşekan didin. Em ji Bakurê Kurdistanê hatin Başûr, rastî jî eger em bêjin ku hûn Kurd bûn û Kurd in, we wisa li penaberên Kurd ne dikir. Weke mirovên penaber, erzaq li ser me qutkirin, çûne ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re gotine ku ew wargehekî leşkerî ye. Em hatine Iraqê û ji axa wan derketine jî lê dîsa bela xwe ji me venakin. Bila hemû gelê Kurd wê bizane ku ev partî tu carî nahêle ku gelê Kurd bibe yek û Kurdayetî çêbibe. Kî Kurdistan parçe kiriye, dijmin çar beşên Kurdistanê perçe kiriye. Ji destpêka şoreşa ku we da meşandin xwarin û vexwarina we li ser milê eşîrên geliyê Goyan, li ser herêma Bakurê kurdistanê bû. Herêma Bakur we xwedî dikir. Me we di malên xwe de diveşart û xwedî dikirin. Wate niyetê we çi ye, hûn dixwazin çi bikin? Em wan îdîayan li ser xwe qebûl nakîn, tiştên ku berpirsê PDK’ê yê navçeya Mexmûrê li ser me gotî îdîa ne. Komployên ku PDK dike dixwaze bi dewleta Tirk re pêk bîne, bi xwe wana çêdike û dibêje ku PKK ye ku wisa li me dike. Dewleta Tirk aniye xaka xwe û dixwaze bi rêya balafirên Tirk bi xwe PKK’ê û wê gelê penaber tine bike. Bi rastî jî ji bo we şermekî mezin e. Em li wê derê penaberên Bakurê Kurdistanê ne, hûn ew qasî bê bextiyan li wan dikin. We gazincê me li gel NY’ê kir û erzaq li ser me daye qutkirin. Eger bi rastî hûn Kurd bin divê hûn wan tiştane nekin.”

‘BÊ YEKÎTÎ TU PARTIYEK NIKARE TIŞTEKÎ BI SER BIXE’

Kara di dewama gotina xwe de bibîr xist ku PDK’ê gotiye ku ew êdî şerê birakujî nakin û wiha domand: “We bi xwe gotibû ku em şerê birakujî nakîn, birakujî xeta sor e. Ka li kû ma, hûn bi xwe diçin û çalakiyan dikin, provakasyonan çêdikin û piştre jî dibêjin PKK’ê wisa li me kiriye. Heta ku Kurd nebin yek wê ne PDK û ne jî tu partiyekî Kurdan bi tena xwe nikare tiştekî bike, encax yekîtiya Kurdan çêbibe. Daxwaz û hêviya me ew e ku gelê Kurd dest ji dijminê xwe berde û yekîtiya xwe çêbikin da ku gelê Kurd ji wê tengasiyê der û serbikeve. Mînak ew nêzîkatiyên PDK’ê ne tenê li hemberî partiyekî Kurdan, li hemberî gelê Kurd şaş û xelet in. Divê hevkariya dijminê xwe neke. Timî dibêjin rêxistinek ango hikumetekî federal li wê derê çêbûye, madem wisa ye divê tu hemû Kurdan wekhev bigirî dest. Divê tu hemû Kurdan, Kurd bibînî û tu neyarê xwe nebînî. Divê tu bi yekîtiya wan re bin û ji gelê Kurd re xizmetê bikî û yekîtiya Kurdan çêbikî. Em dibêjîn ku birakujiyê nekin, birakujî ji me re ne serketin, binektina gelê Kurd e. Divê partiyê Kurdan li hev nekevin û dilê hemû gelê Kurd ne êşînin. Dilê gelê Kurd birîne. Divê êdî birakujî çênebe. Hêviya me ew e.”