Xelkê Colemêrgê bi gotina 'Bijî Serok Apo' agirê Newrozê dada
Li Colemêrgê bi hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de li hev kom bûn û bi dirûşmên ji bo Rêber Apo agirê Newrozê dadan.
Li Colemêrgê bi hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de li hev kom bûn û bi dirûşmên ji bo Rêber Apo agirê Newrozê dadan.
Mîna bajarên din li Colemêrgê jî Newroza îsal bi dirûşmên 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' û 'Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê' hate pîrozkirin.
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn ku li qada Tekser Otogarê hate lidarxistin. Girseya gel bi kincên neteweyî daket qadê û qada Newrozê xemiland.
Beşdaran ji serê sibehê û pê ve dest bi gerandina govendê kirin û ji bo Rêber Apo dirûşm qîriyan.
Bernameya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Hevserokên Bajêr ên DEM Partiyê silav dan gel û piştre peyamên ji bo Newrozê hatin xwendin.
Destpêkê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn.
BANG DESTPÊKEKE NÛ YE
Zeydan got, "Ev Newroz Newroza aştî û azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan banga aştiyê kir. Di encama vê têkoşîna we de gelê Kurd li her derê hate naskirin. Ev bang ji bo me hemûyan destpêkeke nû ye."
Zeydan got, "Çawa ku Kurd xwedî li vê pêvajoyê derdikevin divê Tirk jî xwedî lê derkevin."
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz jî got, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan da destpêkirin, her kesî dike hevpar û em piştgiriya wê dikin."
EV SERKETIN A GEL E
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî got, "Em 100 sal in qala aştî û wekheviyeke bi rûmet dikin. Dayikên me bi salan li qadan nekarîbûn bi Kurdî biaxivin, Lê belê îro cîhan Kurdan nas dike. Ev serketin serketina gelê Kurd e. Vê sekna gelê me pîroz dikim."
Piştî axaftinan li ber dirûşma 'Bijî Serok Apo' agirê Newrozê hate dadan. Pîrozbahî bi stranên Rûgeş Bazî û Azad Bedran bi gerandina govendê bi dawî bû.