Xelkê Amedê: Me bi berxwedanê xwe gihand qadê

"Jin, dayik, ciwan û zarokên me bi berxwedanê xwe gihandin qadê. Newroza îsal mîna serhildanê bû."

Kurdistaniyên ku tevlî Newroza li Amedê bûn, diyar kirin ku il gel astengî û zor û zehmetiyan wan bi berxwedanê xwe gihandine qadê û Cejna Newrozê pîroz kirine.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê ku zêdeyî milyonek kes tevlî bûn, li gel provokasyon û astengiyan jî bi coş hate pîrozkirin. Yên ku gihîştin qadê, ji ANF'ê re qala zor û zehmetiyan, her wiha wateya Newrozê kirin.

Omer Oner: Newroz li gorî sê salên dawî gelekî girseyî bû. Mala her kesî ava. Di dema ketina qadê de me gelek zor û zehmetî dît. Ji çar bendên kontrolê derbas bûn. Li çar cihan em sax kirin.

Ahmed Şenyîgît: Hûn jî zanin ku Amed paytexta Kurdistanê ye. Kurd roja 21'ê Adarê têne vê derê. Dewleta Tirk naxwaze ku tevlîbûna li vir girseyî be. Gelek zor û zehmetî derxistin pêşiya me, lê belê gelê Kurd tevî her tiştî jî xwe gihand qadê. Jinên me, dayikên me, ciwanên me, her wiha zarokên me bi berxwedanê xwe gihandin qadê. Newroza îsal mîna serhildanê bû.

Îlknûr Ak: Dema ku em hatin qadê ji 3-4 caran hatin kontrolkirin. Pûşiya min a zer û reş hebû, ew jî ji min standin. Dema ku min ji wan xwest gefa 'destgîrkirinê' li min xwarin. Gotin 'Ya em ê te destgîr bikin, ya jî em ê vê biavêjin ser sergo'.

Suleyman Bayram: Newroz mîna her carê bi coş bû. Astengî gelekî zêde bûn. Em saet di 10:00 de hat, lê saet di 15:00 de me karîbû xwe bigihînin qadê. Gelekî kontrol kirin. Timî bombeyên gazê avêtin, gelek kes hatin destgîrkirin û tundî li mirovan hate kirin. Kincê min li xwe kiriye qedexe kirine, em nikarin bi kincê neteweyî bên. Ez hatim ku Newrozê pîroz bikim, ev kincê min e, ez ê bi vê bêm û tu nikare asteng bike. Ji ber ku asteng kirin min ev veşartî anî.

Alî Kandemîr: Newroza îsal ji bo me mîna cejnê û berxwedanê derbas bû. Me astengî, zor û zehmetî ji pêşiya xw erakir û hatin qadê. Tevî astengiyan hemûyan jî em li vir in û me cejna xwe pîroz kirin.

Umît Yilmaz: Saet di 09:30'î de em hatin vir. Heta saet 15:00 em sekinandin. Kes nikare Newrozê ji me bistîne. Em sixêfan an jî heqaretê nakin. Em kevin an jî ço neavêjin, lê eger hûn rabin mertalên xwe bilind bikin, hingî wê bersiv bê dayin.