‘Xelkê Şengalê amadeye ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî pêşwazî bike’

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Şengalê de hat ragihandin ku xelkê Şengalê ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî amade ye.

Hevserokê Encûmena Ereb Ebû Seqir bi Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas re di daxuyaniyek ya çapemeniyê de bi zimanê Kurdî û Erebî ragihandin ku ew îro ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyane. Herwiha dan zanîn ku ewê hemû pirsgêkên Şengalê ji Sûdanî re ragihînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hemû pêkhateyên Şengalê ku ji Êzidî, Ereb, Şebek û Şîeyan pêktên îro ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kom bûne. Ji ber ku ev serdan, serdanek dîrokî ye. Xelkê Şengalê xwedî wê mafê ne ku serokwezîr serdana wan bike ku rûbirûyê komkujiyan hatin e.

 Li gorî agahiyên gihiştine ber destê me, ji Serokwezîrê Iraqê re hatiye gotin ku li Şengalê xwepêşandanên li dijî wî hene, herwiha çalakiyên leşkerî hene. Ev hewildane hemû ji rastiyê dûrin, ev kombûyîna me ji bo pêşwazîkirina Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ye. “

Dihat payîn ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şengalê bike, wê Sudanî bi Rêveberiya Xweser ya Şengalê û pêkhateyên Şengalê re biciviya ba. Lê serdana wî ya ji Şengalê re hat betalkirin.