Xelîfe: Firsendek dîrokî li ber Kurdan e

Zanyarê siyasetê yê ji Başûrê Kurdistanê Xelîfe diyar kir, niha li Rojhilata Navîn Şerê 3. ê Cîhanê diqewime û vê yekê firsendeke dîrokî pêşkêşî Kurdan kiriye.

Zanyarê siyasetê yê ji Başûrê Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe, di salvegera Peymana Sykes-Pîcot de bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman, piştî sedsala bihurî, firsendên mezin ji bo Kurdan afirîn e. Xelîfe got, "Firsendên ku Kurdan di Şerê 1. ê Cîhanê de ji nedîtî ve hat, îro careke din derketine pêşiya Kurdan. Hemû partî û saziyên Kurdan, her ferdekî Kurd ji bo jidestneçûna vê firsenda dîrokî lazim e bi baldarî û bi hev re tevbigerin. Divê em vê firsendê ji dest bernedin."

Xelîfe bibîr xist, Kurdistan yekemcar bi Peymana Kasr-Şîrîn re di navbera Împaratoriyên Osmanî û Safawî ve hatiye parçekirin û anî ziman, piştî 300 salî bi Şerê 1. ê Cîhanê re dawî li împaratoriyan hatiye.

PEYMANA SYKES-PÎCOT

Xelîfe diyar kir, di Şerê 1. ê Cîhanê de dihat zanîn ku eniya Osmanî-Elman wê têk biçe û ji ber vê yekê hin plan hatine kirin. Xelîfe der barê Peymana Sykes-Pîcot de got, "Ji ber vê jî li Rojhilata Navîn ku Osmanî lê serdest bû, hin plan hatin kirin. Peymana Sykes-Pîcot a sala 1916'an jî bi vî rengî derkete holê. Rast e, Kurdistan bi Peymana Sykes-Pîcot hat parçekirin, lê ne rast e ku ev peyman ji bo Kurdan an jî neteweyên din hatiye amadekirin. Ev peyman ji bo bandora Îngilîstan û Fransayê ya li Rojhilata Navîn û parvekirina herêmê di navbera van dewletan de hatiye çêkirin. Di nava vê de Rûsya Çarlik jî hebû. Lê belê piştî ku di sala 1917'an de li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê pêk hat, dest ji vê hat berdan û piştre Peymana Sykes-Pîcot ji aliyê Rûsya Bolşevîk ve hate îfşakirin."

'RÊVEÇÛNA DÎROKÊ DIKARÎBÛ CUDA BÛYA'

Xelîfe destnîşan kir, ku rêveçûna dîrokî ji aliyê Şoreşa Cotmehê ve hatiye guhertin û wiha dewam kir: "Sykes-Pîcot peymana parvekirina Rojhilata Navîn li gorî berjewendî, bazar û bazirganiyê di navbera Îngilîstan û Fransayê de bû. Eger ew çarçove biketa meriyetê, dibe ku em îro li ser tiştên cuda baxiviya. Şoreşa li Rûsyayê hevsengî xera kir. Eger ne bi vî rengî bûya, dibe ku şensê serketinê yê Mûstafa Kemal jî tine bûya. Sevr jî dibe ku veneguheriya Lozanê. Rewşa Kurdan dibe ku cuda bûya. Di dawiya dawî de, Îngilîstan û Fransa ji bo bibin bandor li ser sê parçeyên Kurdistanê yên di destê Osmanî de (Rojava, Bakur û Başûr) peymaneke bi vî rengî kirine."

'KURDISTAN LI LOZANÊ HATE PARÇEKIRIN'

Xelîfe got, "Bi dîtina min, berpirsyarê peymana ku Kurdistan kir sê parçe, Sykes-Pîcot nîne, Peymana Lozanê ye" û bi dewamî got, "Kurdistana ku berê di navbera Safewî û Osmanî de bû bû du parçe, bi Lozanê re bû sê parçe. Bi vî rengî Kurdistan bû çar parçe. Mînak, beriya Lozanê di dema hevdîtinên Parîsê de Şerîf Paşa Kurd temsîl dikir. Lê belê bi taybetî bi rêya hin şexsiyetên li Bakurê Kurdistanê hat xwestin, ku qedr û qîmeta Şerîf Paşayê Xendan bê kêmkirin û bi wan Kurdan ev gotin dihate gotin, 'Şerîf Paşa me temsîl nake'. Dewleta Tirk ev dida kirin. Ez dibêjim, dîroka van xwe îro jî dubare dike. Lê belê piştî li Lozanê îmze hatin avêtin, Mûstafa Kemal Kurd ji bîr kir, înkar kir."

'DIVÊ EM VÊ FIRSENDÊ JI DEST BERNEDIN'

Xelîfe destnîşan kir, ku di roja îro de li Rojhilata Navîn Şerê 3. ê Cîhanê diqewime û anî ziman, vê carê miyaê netewe dewletê qediya ye. Xelîfe diyar kir, firsendeke dîrokî li ber Kurdan e û got, "Lazim e Kurd vê yekê zanibe, ji dîrokê dersê derxîne û bi vî awayî tevbigere. Nabe ku Kurdek ji bo berjewendiyên xwe dijminatiyê li Rojava, Bakur, Başûr an jî Rojhilat bike. Firsenda ku di dema Şerê 1. ê Cîhanê de Kurdan ji nedîtî ve hatin, careke din hatiye ber lingê Kurdan. Hemû partî û saziyên Kurdan, her ferdekî Kurd ji bo jidestneçûna vê firsenda dîrokî lazim e bi baldarî û bi hev re tevbigerin. Ev yek daxwaza min e ji hemû partiyên Kurd. Divê em vê firsendê ji dest bernedin."

SIBEROJA KURDISTANÊ RONÎ YE

Zanyarê siyasetê yê ji Başûrê Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe got, "Ez siberoja Kurdistanê tarî nabînim" û wiha dewam kir: "Rewş ber bi başiyê ve diçe û wê hê baştir bibe. Lê belê divê em bi vê zanibin, ku dagirker li ti parçeyekî Kurdistanê nabe dost. Mînak; niha li Başûr hin destketî bi dest ketine, lê mixabin ev destketî ji bo destekdayîna Rojava nayê bikaranîn."