Xelata qeyûmê salê ji 'hilweşandina Sûr a dîrokî' re hate dayîn!

Ji Bîlal Ozkan re, ku weke qeyûm li şaredariya navçeya Sûr a Amedê hate bicihkirin, xelata 'serokê salê' bi hinceta trajîkomîk a weke 'Bajarekî hilweşiyayî li jiyanê vegerand' hate dayîn.

Piştî ku Hevşaredarên bi rêjeya ji sedî 65'an a dengê gel hatin hilbijartin ji wezîfeyê hatin girtin, desthilatdariya AKP'ê Bîlal Ozkan weke qeyûm bi cih kir. Karê destpêkê yê Ozkan jî, girtina gelek saziyan bû, ku bi keda salan a şaredariya DBP'yî hatibûn avakirin.

Me jî got, em li 'karên' Ozkan binerin, ku bi saya van bûye 'serokê herî baş ê salê yê şaredariyê'.

Li Tirkiyeyê, xelateke armanca xwe nediyar e heye, ku her sal li qadên huner, çand û sporê ji kesên ji aliyê hêzên nêzî desthilatdariyê ve tê diyarkirin, tê dayîn. Xelatên Palmiyha Zêrîn. Ji bo vê xelata ku cara 4'an e tê dayîn, îsal di beşa rêveberiyên herêmî de kesekî ecêb hate hilbijartin. Qeymeqamê Tirk ê li Sûrê Bîlal Ozkan hate hilbijartin, ku piştî hevşaredarên navçeya Sûrê ya Amedê ji wezîfeyê hate girtin ev kes weke qeyûm li şûna wan hate bicihkirin. Xelata 'serokê şaredariya navçeyê yê herî baş' bi rengekî trajîkomîk ji Bîlal Ozkan re bi hinceta 'serokê ku navçeyeke veguherî xirbe li jiyanê vegerand' hate dayîn.

Li navçeya ku hate talankirin û bi dehan kes lê hatin qetilkirin, koçberkirina bi darê zorê ya gelê navçeyê ji nedîtî ve hate dîtin. Ozkan, ku bi desteserkirina vîna gel di meha Îlonê de hat ser 'wezîfeyê', ji bo ewlekariya xwe hefteyekê navçe li gel girt. Di rewşeke bi vî rengî de gelo vî kesî 'xizmet'ên çawa kiriye?

ŞAREDARÎ HEFTEYEKÊ HATE GIRTIN

Qeyûmê navborî, ku ji roja hatiye bicihkirin û heta niha tenê çend caran kariye bikeve nava gel, di roja destpêkê ya 'wezîfedarkirinê' de biryar da ku hilweşandina piştî bidawîbûna şerê li Sûrê dest pê kir, bi lez û bez bê temamkirin. Karê destpêkê yê qeyûm, hewldanên ji bo ewlekariya xwe bû. Qeyûm şaredarî hefteyekê li gel girt, şaredarî dorpêçkirî hişt û di nava wê hefteyê de bi dehan karkar ji şaredariyê avêt.

ÊRÎŞA DESTPÊKÊ LI DIJÎ DESTKETIYÊN JINÊ HATE KIRIN

Di hefteya duyemîn a 'wezîfe'ya qeyûm Bîlal Ozkan de, Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hate betalkirin, saziya jinê Amîda hate giritn. Qeyûm di destpêkê de 65 kes ji kar derxist. Di qonaxa duyemîn de jî 21 kes ji kar derxist. Li şûna kesên ji kar derxist, xizmên nêzî xwe bi cih kir. Di nava 10 mehên 'wezîfe'ya xwe de tenê 2 caran karîbû derkeve pêşberî gel. Di van her du caran de jî gel nerazîbûneke mezin nîşanî wî da.

DI DESTPÊKÊ DE HILWEŞAND, PIŞTRE JÎ PESNÊ WÊ DA

Qeyûm, ku ji meha Îlonê û vir ve, hilweşandina piştî şer li Sûrê tê kirin li cih şopand, ev hilweşandin bi fermana xwe zêdetir û zûtir kir. Li cihê ku di nava salekê de bi hezaran mirov hatin koçberkirin û bi dehan mirovan jiyana xw eji dest dan, hejmara tûrîstan jî gelekî kêm bû. Li vê navçeyê, ku vê gavê jî deriyên wê yên dîrokî ji aliyê polîsan ve hatine giritn, bi sedan berhemên dîrokî ji holê hatin rakirin. Gefa tinekirinê li ser bi sedan berheman heye. Qeyûmê ku herêmê tenê weke navenda rantê û talanê dibîne, bircên Sûrê bi blokên ji beton girt û zerar dayê. Li Sûrê, birca bizina û 4 taxên dorpêçkirî hê ne vekirî ne. Xisar li sedan berhemên tescîlkirî, dêr û hemaman bûye. Ji berhemên ku divê werin restorekirin, tenê mizgeft û hemam hatin restorekirin. Xaniyên dîrokî yên kêm xisar dîtibûn, nehatin rizgarkirin, ya jî ji bo vekirina rêya qemyonan hatin hilweşandin.

Li taxên erdê rût û rast hatiye hiştin, niha jî dest bi çêkirina xaniyên nû hatiye kirin. Li erdê bi destê dewletê hate talankirin, qeyûm li ber xaniyên tên çêkirin ji ÎHA re axivî û di vê hevpeyvîna xwe de got, "Sûr wê êdî biguhere. Ti tişt wê mîna berê nemîne. Em ê vê derê bi pêş bixînin!" Qeyûm, ku li şûna bi dehan xaniyên hatin hilwşeandin, pesnê xaniyên ji çîmento û kevirê xîzê tê çêkirin da, qaşo dibêje wê bike ku salê 4-5 mîlyon tûrîst bên Sûrê.

GEFA LI GEL

Di dema referandûmê de qeyûm miqarne û komir li gel belav kir ji bo dengê 'erê' bide û li çar aliyên navçeyê pankartên bi nivîsa 'erê' da daliqandin. Ji ber ku di referandûmê de encama dixwest bi dest nexist, vê carê jî biryar da ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê xanî were hilweşandin û gefa derxistina bi zorê ya ji malên xwe li gel xwar.