Xebatên HDP'ê yên hilbijartina xwecihî ya bi gel re dewam dike

Xebatên hilbiajtinên xwecihî yên HDP’ê dewam dikin. Namzetên Wanê bi gel re civiyan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Yekemîn buroya hilbijartinê ya Wanê li navçeya Westanê vekir. Namzeta Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetên Hevşaredariya Westanê Veysî Şeker û Melek Arapoglu, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wan Bedîa Ozgokçe axivî û got: “Em daketin qadê û me dît ku hemû serdan û civînên me vediguherin mitîngê. Îlahî em ê qeyûman bişînin. Em ê li Wanê 14 şaredariyan jî bistînin. Em amade ne û em ê bi ser bikevin. 17 sal e desthilatdarin û 17 sal e jî dibêjin em ê ji we re kar û nan bînin. Me dît ka welêt jî çawa birêve dibin. Tenê êşek anîn welêt ew jî rondikên çava ye.”

Piştî axaftinê li ber stranan govend hat gerandin. Namzetan bi welatiyan re qurdeleya buroyê birî û vekirina buroyê pêk anîn. Pişt re jî namzetan esnaf ziyaret kirin û li rewşa wan pirsîn.

ÎPEK YOLÛ

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Îpek Yolû Azîm Yacan û Şehzade Kurt jî bi rêveberên partiya xwe re li bazara sewalan ziyaret kirin. HDP’yî bi çepikan hatin pêşwazîkirin û namzetên hevşaredariyê li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Namzetên Hevşaredariyê pişt re jî derbasî bazara kayê bûn û welatiyan ziyaret kirin û li vir jî li daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kirin.

DÎLOK

Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslum Kiliç ê diyar kir ku destekê didin namzetê hevşaredariyê ya Bajarê Mezin ê ji DSP’ê Celal Dogan, anî ziman ku ji bo demokrasiyê ew ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Dîlokê namzetê hevşaredariyê diyar neke.