Xaziyên YBŞ'ê hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anîn
Li Şengalê Xaziyên YBŞ'ê çûne serdana gorên hevrêyên xwe ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûbûn.
Li Şengalê Xaziyên YBŞ'ê çûne serdana gorên hevrêyên xwe ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûbûn.
Îro xaziyên YBŞ'ê ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de birîndar bûbûn, ji bo salvegera şehîdbûna hevrêyên xwe serdana Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kirin.
Xaziyan şehîdên Şengalê bi bîr anîn û yek bi serdana gorên şehîdan kirin.
Xaziyan di axaftinan de berxwedan û têkoşîna hevrêyên xwe vegotin û diyar kirin ew ê her tim bi wan re bijîn, ti hêz wê nikaribe wan bide jibîrkirin û heta hilma xwe ya dawî ew ê li pey doza wan bin.