Li Rojhilatê Kurdistanê di 24 saetên dawî de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Îranê li navçeya Dîwandere û bajarê Merîwanê yên bajarê Sine yên Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurd binçav kirin. Hejmara kesên di 24 saetên dawî de hatin binçavkirin derket 6 kesan.

Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, li navçeya Dîwandere ciwanê kurd bi navê Mizefer Darayî û li Merîwanê jî ciwanê bi navê Mardîn Dêhqanî yê 17 salî hatine binçavkirin. 

Hejmara kesên di serdegirtinên ku ji roja Yekşemê û vir ve bê hincet li Rojhilatê Kurdistanê tên kirin de hatin binçavkirin derket 6 kesan. 

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê roja Yekşemê ragihand ku hêzên Îranê 4 welatiyên Kurd ên bi navê Mihemed Emîn li Dîwandere, Newîd Şerîfî xelkê gundê Kanî Spî, Ferhad Qemerî xelkê gundê Kutek û Fuad Muradî xelkê gundê Kêlekew a Dîwandereyê binçav kirine. 

Balkêşe ku ev binçavkirin di salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî de pêk hatin. Di Cotmeha 2022’an de piştî ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve hat binçavkirin û qetilkirin, serhildaneke bêhempa dest pê kiribû. 

Hêzên Îranê di dema serhildanê de bi sedan kes qetil kirin û bi hezaran kes girtin. Gelek kes jî hatin darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku dewleta Îranê ji bo pêşiya bertekên gel bigire cezayê darvekirinê bi kar tîne.