Wezaretê daxwazname ji nedîtî ve hat, girtiyê nexweş şehîd bû

Eşkere bû ku Wezareta Edaletê serlêdana ji bo girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da Takiyettîn Ozkahraman ji nedîtî ve hatiye.

Takiyettîn Ozkahraman (75) ê ji mamostetiyê teqewît bû li navçeya Melazgirê ya Mûşê 3 sal berê hatibû girtin. Ozkahraman di 18’ê Îlonê de li Girtîgeha Panosê ya lê dihat ragirtin nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û li nexweşxaneyê ji ber nexweşiya pişikê û hilstandinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozkahraman li Melazgirê di nava dorpêça polîsan de hatibû veşartin.

Hevjîna Ozkahraman, Hacer Ozkahraman ji bo hevjînê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê were berdan daxwaznameya dabû Wezareta Edaletê û diyar kir kir ku wezaretê daxwaznameya wan ji nedîtî ve hatiye. Ozkahraman anî ziman ku 19'ê Tebaxê û 10'ê Îlonê daxwazname dane Wezaretê û lê bêencam mane. Ozkahraman di daxwaznameyê de banga berdana hevjînê xwe yê nexweş kiribû.