Wesayîta penaberên Mexmûrê qeza kir: 1 mirî, 3 birîndar

Li ser rêya Silêmaniyê wesayîtek ya penaberên Wargeha Mexmûrê ku ji nexweşxaneyê vedigeriya wargehê, qeza kir. Di encama qezayê de jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da û sê kesên din birîndar bûn.

Li ser rêya Silêmaniyê wesayîtek ya penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji nexweşxaneyê vedigeriya wargehê, qeza kir. Qeza di saet 14:30’an de li nêzê gundê Sergeran ê girêdayê navçeya Mexmûrê qelibî.

Li gor agahiyan 4 kes di wesayîtê de bûne, jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birîndar bûne. Hat zanîn ku birîndar birine Nexweşxaneya Geyareyê û cenazeyê Gulsin Ayaz jî rakirin Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê.