‘Werin Newrozê li Qendîlê pîroz bikin’

Bi nêzîkbûna pîrozbahiya Qendîlê re, coş û kelecana pîrozbahiyê zêdetir dibe. Ciwanên li Newrozê amadekariyan dikin bang kirin ku werin Newroza xwe li Qendîlê pîroz bikin.

Coş û kelecana Newroza Qendîlê her diçe zêdetir dibe. Amadekarî li ber qedandinê ne, lezûbez xebatên Newrozê tên kirin.

Hê ji niha ve bi hezaran kes berê xwe dane Qendîlê û li nava gundan bi cih bûne û çavê wan li kêliya pêxistina agirê Newroza Qendîlê ye.

Ciwanê ku berî du rojan hatine qadê, di nava xebatên amadekariya qadê de dikin, anî ziman ku divê agirê Newrozê li Qendîlê bê pêxistin.

Ciwanên ku ji ANF’ê re axivîn bang li her kesê kir ku bi xurtî tevlî şahiya Newroza Qendîlê ya 21’ê Adarê bibin û gotin: “Amadekarî qediyane, werin Newrozê li Qendîlê pîroz bikin.”

Hevşaredar Binarê Qedîlê Awaz Mihmed jî anî ziman ku hemû amadekarî temamin ew li benda şêniyan e ku tevlî pîrozbahiya li Qendîlê bibin.