'Werin ji bo azadiya welat û civakê têbikoşin'

Endamê KCR'ê Çiya: Li şûna ku ew hemû ciwan diçin û dikevin nava siyaseta qirêj a dagirkeriyê û xwe dikujin, bila werin û tevlî nav refên gerîla bibin.

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) Viyan Karox û Endamê Komalên Ciwanên Rojhilat (KCR) Çiya Rojhilat li ser polîtîka û bûyerên xwekuştinê yên ciwanan ên li Rojhilatê Kurdistanê û polîtîkayên rejîmê ya xistina ciwanan ji ANF'ê re axivîn.

'REJÎMA ÎRANÊ BI TAYBETÎ JI BO CIWANAN BIXE KAR DIKE'

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) Viyan Karox bal kişand ser êrîşên rojane yên desthilatdaran ên li ser ciwanan û got: "Em rojane dibînin ku li beşên din ên Kurdistanê desthilat bi ser ciwanan ve tên. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rewş bi heman şêweyî ye, ti ferq û cudahiyek nîne. Wate hemû dewletên dagirker bi taybetî rejîma Îranê di asta kêliyan de di nava wê hewldanê de ye ango çawa potansiyel, cesaret û îradeya ciwanan, hebûn û ew xwebawerbûna ku di destpêka ciwantiyê de di hebûna wê/î de heye bê bandor bike, da ku ciwan nekaribe rolê xwe ya pêşengî bilîze."

'BI ÊRÎŞÊN LI SER CIWANAN DIXWAZE HELWESTA CIWANAN A LI BER DESTHILATÊ BIXÎNE'

Karox di dewama nirxandinên xwe de diyar kir ku êrîşên li ser ciwanan tên kirin ne tenê yek alî, mîna bombebaranê ye û wiha pêde çû: “Rojane bombebaraneke bîrdozî li ser ciwanan birêve diçe. Êrîşên xwe bi rengê reklam û propagandekirinê ya bi armanca pêşxistina zayendperestî, her wiha pêşxistina mînaka kesayetî ya ku sîstema sermayedar bi xwe pênase dike û dipejirîne hemû rojê bi rêya dezgehên ragihandinî ve propaganda wê li ser ciwanan birêve dibin. Bi rê û rêbazên cuda hewl didin ciwanan ji rêya azadî û lêgerînên wê dûr bixînin û berê wan bidin jiyan û azadiyeke sexte. Ev êrîşane ne tenê di hêlekê de ne, belkû di hemû aliyên civakî de li ser ciwanan û bi taybetî li ser jin ên ciwan birêve dibin. Weke ku me got hem di aliyê malbat, hem di aliyê sîstema sermayedarî/dewlet de difikirin bê ka çawa ciwan bi hişmendiyeke zayendperestî û zilamsalarî bê mezinkirin û wê hişmendiyê ji bo xwe mînak bibîne. Ji bo wê jî îro em dibînîn ku di civaka îroyî de rojane jin tên kuştin û bi navê xwekujî û xwe şewitandinê tê pênasekirin. Lê di esasê de rastiya vê felaketê ne wisa ye. Mînakên wê yekê hene û li berçavin; mînak Gulale Şêxî jinek bû ku ked dabû, raste em sîstema perwerdeyî ya dewletê napejirînin lê ji bo mijara me were fêmkirin dibêjin ku Şêxî bi salan ji bo xwendinê kedek dabû û dixwest encama keda xwe bibîne û di warê debara jiyanê de têra xwe bike; lê ji aliyê hevjînê xwe ve tê kuştin. Eger em wê rewşê pênase bikin dikarin bêjin ku feraseta ango ‘ger tu milkê min ê takekesî nebî, tu nikarî milkê kesek din jî bî û jiyaneke te yê cuda hebe’ heye, lewre wê dikuje. Ew civaka ku nirx û pîvanên xwe hebû û li ser bingehekî exlaqî xwe avakiribû, îro gihîştiye çi rewşekê. Îro bi hezaran jin li Îran, Rojhilatê Kurdistanê û herêmên cuda cuda de tên kuştin. Êrîşên bi vî rengî berdewam li ser jinan tê kirin. Di demekê de ku civakek têde exlaq û wijdanek nebe û ciwan li hemberî felaketek bi vî rengî bêdeng bimînin, gelo yasa yan jî huqûqek heye ku bikare bibe bersiv? Dema rewş wiha be bê guman sîstem jî bi her awayî wê êrîşî ciwanan bike. Ji ber ku dizane ciwanek Kurd û pêşeng ji bo wî metirsî ye. Tirsek wî ji enerjî û hebûna ciwanan heye; bi wan êrîşan û pasîfîzekirina ciwanan dixwaze xwe ango sîstema xwe pêş bixe û mezin bike. Her wiha artêşa xwe ava bike. Lewma girînge ku ciwan ji siyaset û polîtîkayên dagirkerî yên dijmin li ser ciwanan ferz dike agahdar bin û xwe mehkûmê vê siyaseta qirêj nekin. Her wiha li hemberî wê jî bê perpirsiyar nemînin."

'DIVÊ CIWAN HIŞYAR BIN Û LI SER HÎMÊ AVAKIRINA PERGALA DEMOKRATÎK ROL Û PÊŞENG BE'

Viyan Karox anî ziman ku weke jinên ciwan eger bizanin jiyanek heye, divê di oxira azadiyê de hebe û eger mirinek jî hebe pêwîste ew jî di oxira azadiyê de be. Karox wiha domand: “Eger jiyaneke zayendperestî be, vê çaxê bila jiyanek wiha qet tinebe. Ji ber ku nebûna wê bşatir e ji hebûna wê. Ji bo wê jî em dibînin ku dijmin rojane êrîşê tevger û fikra Apoyî dike û naxwaze ciwan vê tevgerê nas bike. Roja îro em dibînîn ku yê nîşanî dewletên dagirker da ku weke jin milk û namûsê ti kesî/ê nîne, belku ax û welatê me namûsa me ye, gerîlayên Apoyî bû. Em dibînîn ku li Heftanîn û Garê çawa li berxwe dan û îro jî li Zap, Metîna û Avaşînê jinên ciwanin ku pêşengiyê dikin, ciwan in. Bi çeka îrade li hemberî artêşa NATO’yê hebûna xwe îsbat kir ku tu nikarî welat û axa min dagir bikî. Ji bo wê jî pêwîste ciwan wê hişmendî û seknê ji bo xwe esas bigre. Li ser hîmê avakirina pergala demokratîk rol bilîze û pêşengî bike.”

'BERÊ XWE BIDIN ÇIYA Û ŞER BIKIN'

Karox di dawiya axavtina xwe de bal kişande ser pirsgirêkên ciwanan bi taybetî jinên ciwan yên ku di encama siyasetên rejîma Îranê derketine holê û wiha bang li ciwana kir; “Pêwîste ciwan û bi taybetî jinên ciwan rolê xwe yê pêşengî û berpirsiyariyê bilîzin û berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û di vê şer û berxwedanê de cihê xwe bigrin.”

Endamê Komalên Ciwanên Rojhilat (KCR) Çiya Rojhilat jî têkildarê bilindbûna rêjeya xwekujiyê ya di nava ciwanan de axivî. 

'DAGIRKER DIXWAZE CIWANAN JI RASTIYÊ DÛR BIXE'

Rojhilat bal kişand ser hewldanên rejîma Îranê yên ji bo xistina ciwanan û dûrxistina wan a ji rastiyê û got: "Êrîşên ku îro li ser ciwanan pêk tê ciwan kişandiye astek wiha ya xwe bikujin. Îro em dibînin ku ciwanek 12 salî li Rojhilatê Kurdistanê têkilî madeyê hişber bûye, yan jî ciwanek di heman temenê de ketiye nava bêexaqî û ji civakê qut bûye. Divê hemû ciwan sedema wê yekê bibînin. Eger ew hemû bêkarî heye, rojane kolber tên kuştin û ciwanên Kurd û yên din tên darvekirin, pêwîste sedemê wê bibînin. Kî wê siyaseta qirkirinê li ser ciwanan birêve dibe? Bêguman dagirker e. Wate sîstema dagirkeriyê ye ku bi wê şêweyê ciwanan ji civakê qut dike û ji rastiya wan dûr dixe. Eger em li dîrokê temaşe bikin em dibînin ku di nava ciwanên Kurd de tiştek wiha nîne, belku berxwedanî, qehremantî û neqebûlkirina dagirkerî ya ku ciwanan kirî di asta cîhanê de bê hempa bûye. Lê îro dagirkerî bi hemû şêwazê ketiye dewrê û hewl dide ku di vê qonaxê de ciwanên Kurd bê rol bike.”

'DEMA WÊ YE CIWAN ÎRO LI HEMBERÎ DAGIREKRIYÊ RABE'

Rojhilat wiha domand: “Niha jî rewşeke pir ber biçav heye. Îro dijmin ew hemû êrîşî gerîla dike, êrîş tenê ne li ser gerîla ye, belku li ser hemû civaka Kurd e. Wate dixwaze Kurd û ciwanên wê bi temamî tine bike. Lewma îro dema wê ye ku ciwanên Kurd mîna berê li hemberî dijmin pişta hevdu digirtin bigirin, weke mînaka çendîn sal beriya niha li şoreşa Rojava pêk hat, wate dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê Rojava kirin ciwanên Rojhilat bûne agir û ew yek qebûl nekirin. Gelê me ji komkujiyan re hat derbaskirin, ew hemû jin hatin firotin, tecawîzkirin û ji civakê hatin qutkirin, ciwanan bi taybetî ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ew yek qebûl nekirin û li hemberî dagirkeriyê helwestek nîşan dan. Bi hezaran ciwan di şoreşa Rojava de şehîd bûn û xwîn dan; lê ev bersivek bû ji bo dagirkeran ku çi dibe bila bibe ciwanên Kurd pişta hev vala nakin. Eger îro rêjeya xwekujî, madeyên hişber û besîcbûnê di nava ciwanan de zêde bûye çavkaniya xwe ji siyasetên dijmin digre. Ji ber ku naxwaze ew dîrok careke din dubare bibe, naxwaze Kurd hev bigirin û ciwan pişta hevdu bigrin.”

Çiya Rojhilat da zanîn desthilat ji bo ku ciwanan ji hev qut bike, wana bixe nava rewşeke xeyalî, dûrî rastiyê û takeperestî û wana lîberalîze bike hemû hêza xwe dixe meriyetê. Rojhilat ragihand ku eger îro di ciwanan de hestê welatparêziyê kêm bûbe, divê ciwan baş bizane bê ka ji aliyê kî we hatiye pêşxistin.
 

'LI ŞÛNA CIWAN DIKEVIN NAVA SIYASETA QIRÊJ Û DAGIRKERIYÊ, XWE DIKUJIN; WERIN TEVLÎ GERÎLA BIBIN'

Rojhilat di dewama axaftinên xwe de îşare bi nêzîkatiyên ciwanan kir û ev nirxandin kir: “Li şûna ku ew hemû ciwan diçin û dikevin nava siyaseta qirêj a dagirkeriyê û xwe dikujin, bila werin û tevlî nav refên gerîla bibin. Ji xwe dijmin dixwaze ciwanan bê îrade bike. Bila careke din îradeya xwe nîşan bidin û li hemberî dagirkeriyê şer bikin. Bi vî rengî helwesta xwe wiha deynin, ‘dagirkerî raweste êdî bes e, heya niha te her cûre siyasetên qirêj li ser welat û gelê me birêve biriye, lê ji vê pêdetir raweste, ez nahêlim’.

'WERIN JI BO AZDIYA WELAT Û CIVAKÊ TÊBIKOŞIN'

Endamê KCR’ê Çiya Rojhilat di dawiya axaftinê xwe de wiha bang li ciwanan kir: “Wek Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bang li hemû ciwanan û bi taybetî jinên ciwan ên Rojhilatê Kurdistnê û Îranê dikin ku werin tevlî nav refên gerîla bibin. Werin ji bo azadiya welat û civakê têbikoşin. Em dijmin têk bibin û bi awayeke fîzîkî Rêber Apo ji girtîgehê derxînin. Ji ber ku yê hêz daye ciwanan jî Rêber Apo ye.”