Welatiyên Qendîl: Divê hikûmeta Kurdisan û Iraqê li dijî qetlîama bêdeng nemîne

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Binarê Qendîlê di pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistan de ji bo şermezarkirina qetlîama dewleta Tirk a ku li gundê Serkan pêk anîbû, meşek hate lidarxistin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Binarê Qendîl ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêma Başûrê Kurdistanê bi taybet li ser gundê Serkanê, ji ketina gund dest bi meşê kirin heta cihê ku balafirên lê dayî meşiyan.

Di meşê de ciwan û jinan bi hêrs û kînek mezin ve bê navber dirûşmên ‘Qatîl Erdogan’, ‘Şehîd namirin’û ‘Dîktador Erdogan’ berz kirin. Li cihê bûyerê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li hemberê Başûr û Rojavayê Kurdistan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Eşkereye ku gelê Kurd bi dirêjahî dîrokê heta niha xwe li hember êrîş û dagirkeriyê parastiye û berxwe dide. Li hemberî faşizm û dagirgeriyê ti car serê xwe netewandiye. Her tim bi serbilindî jiyaye.”

‘BÊ CÊWAZÎ GEL, PÊŞMERGE Û GERÎLA QETIL DIKE’

Daxuyaniyê bal kişand ser hevkariya qirêj a qirker ya li dijî gelê Kurd û wiha ev tişt hate gotin: “Wek tê zanîn dewleta dagirkera ya Tirk bi Serokatiya Erdogan û bi hevkariya rejîma faşîst Îran, Iraq, Rûsya û hinek hizbên herêmê û serok eşîran li ser gelê Kurd qetlîamê ferz dikin. Bê cêwazî dewleta Tirk a dagirker li ser gelê sîvîl, peşmerge, gêrîlla qetlîam pêk tînin. Ev çend sal in ev êrîş bê navber dewam dikin. Hêzên dagirker ji bo me mafê azadiyê û jiyanê rewa nabînin. Dixwazin gelê Kurd bi temamî teslîm bigrin. Bêguman ev xeyalê wan wê pêk nayê.

DAIŞ û Erdogan ji bo êrîşî Şengal, Kobanê, Rojava û Başûrê Kurdistan bikin, li hev kirine. Bi vê hevkirinê re niha jî êrîşê Kerkûk û Efrînê kirin û dagirkerî pêk anîn.

‘BÊDENGÎ WATEYA HEVKARIYÊ YE’

Bi vê ve girêdayî dewleta Tirk herî dawî li herêma Biradost û Qendîlê bi şewazekî hovane gelê sîvîl şehîd dixin û dixwazin axa Başûrê Kûrdistan dagir bikin. Bê dengî û bê helwesta hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistan tê wateya alîkariya Erdogan û dewleta Tirk.

‘NEBIN HEVKARÊN ERDOGAN Û DAIŞ’Ê’

Ji bo vê jî em wek xelkê Binarê Qendîl û Dola Balayan êrîş û şehîd kirina sîvîl û pêşmergeyan şermezar dikin. Daxwaziya me ji xelkê Başûrê Kurdistan zextê li ser hikûmeta Iraq û Herêma Başûrê Kurdistan bikin, ji bo ku bêdeng neminin. Jiyanê xelkê sîvîl û sînorê xwe biparêzin.

Her wiha em bang civaka navdewletî û welatên Ewropa dikin, bila nebin alîkarê Erdogan û DAIŞ’ê.”

Li ser navê malbatên şehîdan jî Armanc Werkî axivî û destnîşan kir ku divê hikûmeta Başûr divê helwesta xwe ya li heberî şehîdan û qetilkirina welatiyên sivîl zelal bike. Werkî diyar kir ku divê hikûmeta Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemîne. Werkî bal kişand ser daxuyaniya PDK’ê ya ku gotibû; ‘Ji ber heyîna PKK’ê welatiyên sivîl hatine qetilkirin’ derewand û got: “Ji derveyî welatiyên sivîl tu kes li gundê Serkan nîne. Li şûna ku hikûmeta Herêma Kurdistan PKK’ê sûcdar bike, bila li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bike û nebe şirîkê dewleta Tirk.”

Meş bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî Berxwedana Kurdistanê” dawî bû.