Welatiyên Kerkûkê daxwaza waliyekî serbixwe dikin

Welatiyên bajarê Kerkûkê daxwaza walitiyekî serbixwe dikin. Welatî dibêjin divê walî kesekî serbixwe be û ti ferq û cudahî nexe navbera pêkhateyan û xizmetê ji bo bajar bike.

Welatiyên Kerkûkê daxwaz dikin ku bi rêya hilbijartinekî demokratîk waliyek ji bo bajêr were diyarkirin û ne alîgirê ti partî yan netewekê be. Welatî dixwaz ji walî dikin ku ti ferq û cudahî nexe navbera pêkahteyan û xizmetê ji bajar re bike.

Têkildarî mijarê welatiyên Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn.

‘A GIRÎNG DIVÊ XIZMETA GEL BIKE’

Dêrîn Nazim: Ez dixwazim walî bi rêya hilbijartinekî paqij û demokratîk bê hilbijartin. Ne girîng e ji çi netewê be ya girîng ew e ku ji bo hemû netewan kar bike û ti ferq û cudahî nexe navbera pêkhateyan. Ne girîng e walî ji kîjan partiyê be ya girîng ew e tenê xizmetê ji bo bajar bike.

BÊ ALÎ BE

Hewkar Qadir: Girîng nîne ji kîjan hêz an ji partiyekê be, ya girîng ew e ku hêjayî vê wezîfeyê be ku ximzetê bê cudahî ji pêkhateyên bajêr re bike. Ji ber ku em li bajarekî ji gelek pêkhateyan pêk tên. Nabe neteweyek li ser neteweya din serdest be.

KESEKÎ SERBIXWE BE

Çalak Kakebira: Em dixwazin kesekî serbixwe be. Kesekî ku cudahiyê nexwe di navbera pêkhateyan. Di berjewendiya bajêr de be. 13 sal e ev wezîfe di destê Kurdan de, ger bê guhertin tiştekî asayiye. Ji kîjan neteweyê be ferq nake. Ez naxwazim vê wezîfeyê bidin PDK'ê ji ber ku piştî bûyerên 16'ê Cotmehê ji Kerkûkê derket û hîn venegeriyane Meclîsa Waliyê. Niha em nizanin bi çi mafî daxwaza vê wezîfeyê dikin."

DILDAR Û KAR BIKE

Yusif Star: ji neteweya Kurd be baş e, girîng nîne ji kîjan partiyê be. Ya girîng ew e ku cudahiyê nexwe di navbera Kurd, Ereb Tirkmena. Divê kesekî ji bo gelê xwe dilsoz be. Ji bo me kar bike.