Wekîlên tevlî 'Nobeda Wijdan û Edaletê' ya li Wanê bibin eşkere bû
Çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê' piştî Amed û Stenbolê wê sibe li Wanê dest pê bike. Parlamenterên tevlî çalakiyê bibin eşkere bû.
Çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê' piştî Amed û Stenbolê wê sibe li Wanê dest pê bike. Parlamenterên tevlî çalakiyê bibin eşkere bû.
Çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê' ya HDP'ê ku li Amedê dest pê kir, li Stenbolê dewam kir wê sibe li Wanê pêk were. Nobeda li Wanê wê bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay a li civîna komê dest pê bike.
Nobeda li Wanê wê hefteyekê dewam bike. Wekîlên tevlî çalakiyê bibin ev in: Osman Baydemîr, Nadîr Yildirim, Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe, Alî Atalan, Adem Geverî, Kadrî Yildirim, Nîhat Akdogan, Meral Daniş Beştaş, Mehmet Emîn Adiyaman, Mehmet Alî Aslan û Dîlek Ocalan.
Piştî Wanê wê çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê' li Îzmîrê dewam bike.