Wekîlên HDP'yî: Li dijî dagirkeriyê, yekîtiya neteweyî şert e

Dewletên Tirk û Iraqê, li dijî destketiyên Kurdan di dema dawî de ketin nava liv û tevgerê. Wekîlên HDP'yî Yildirim û Taşçier li dijî van hewldanên dagirkeriyê destnîşan kirin, ku yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke lezgîn e.

Hevsengiyên Rojhilata Navîn bi lez tên guhertin. Kurdên ku ji bo azadiyê bi salan berdêlên gelekî giran dan, gelek destketî bi dest xistin. Di dema dawî de, dewletên mêtinger gefan li van destketiyan dixwin û êrîş dikin. Bi taybetî êrîş li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federal tê xwarin û hewldanên dagirkirinê di rojevê de ne. Tê gotin, artêşa Iraqê amadekariyan dike, ku êrîşî Kerkûkê bike, artêşa Tirk jî amadekariya êrîşa li hemberî herêmên Efrînê dike. Nebûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî hê bêhtir cesaretê dide dijminê Kurdan. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim û Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Îmam Taşçier, piştî hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya Federal, li ser yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivîn.

'ŞERTÊ BINGEHÎN Ê DEMOKRASIYÊ, YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDAN E'

Yildirim da xuyakirin, ku ji bo yekîtiya Kurdan gelek astengiyên cidî ji holê hatine rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna yekîtiya neteweyî, şert û merc guncaw bûne. Yildirim diyar kir, ku HDP wê di dema pêş de bu stratejiyên bingehîn ji xwe re esas bigirin û got, "Ya yekemîn; ji bo paşeroja demokratîk û azad a Rojhilata Navîn, hevgirtina demokratîk û azad a hemû gelan, azadiya Kurdan şert e. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan, bi taybetî karaktera wê ya civakîparêz û demokratîk a li şoreşa Rojava şênber bûye, li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Rewşeke alternatîf pêşkêş kir. Ev yek li Başûrê Kurdistanê û herêmên din jî bi awayekî ber bi çav tê dîtin. Lewma şertê bingehîn ê azadiya Kurdan û mezinbûna tevgera demokrasiyê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. HDP ji bo pêkhatina vê, çi ji dest bê wê bike. Ev yek wê bibe yek ji karên me yên bingehîn ên stratejîk, ku di dema pêş de bikin. Ya duyemîn jî; jiyana bi hev re ya ku li Rojava şênber bûye, li Tirkiyeyê jî pêk bînin. Yanî ji bo hevgirtina wekhev, azad û demokratîk a gelan bidomînin, em ê stratejiyekê bişopînin."

Yildirim destnîşan kir, ku ji alyekî ve ji bo birêxistinkirina siyaseta neteweyî û yekîtiya demokratîk a Kurdan ew hewl didin, li aliyê din jî li dijî faşîzmê ew hewl didin li Tirkiyeyê eniyeke demokratîk biafirînin.

'KURD JI BER KU NEBÛN YEK, HATIN PARÇEKIRIN'

Parlamenterê HDP'yî Îmam Taşçier anî ziman, ku piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan hê bêhtir xwe ferz kiriye û bi bîr xist, ku ji ber Kurd heta niha nebûn yek, winda kirin. Taşçier bi bîr xist, ku di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de, Kurd ji ber ku nebûn yek hatin parçekirin û got, "Tevî ku nifûsa xwe 40 mîlyon e, Kurdan li ti parçeyî nekarîn xwe bi rê ve bibin û hebûna wan jî heta roja îro hate înkarkirin. Ji bo pêşî li vê were girtin, yekîtiya Kurdan şert e. Girîngiya yekîtiyê di roja îro de bi zelalî tê dîtin. Êrîşên DAIŞ'ê raxist pêş çavan, ku eger Kurd yek bûna û slaa 2013'an kongreya yekîtiya neteweyî pêk bianiya, wê DAIŞ'ê nekarî êrîşî Kurdistanê bikira. Eger îro Kurdên li Rojava û Başûr û yên li parçeyên din ên Kurdistanê yek bûna, piştî referandûmê ti dewletê nekarî êrîşî Başûr bikira."

'KURD BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKARIN XWE BI RÊ VE BIBIN'

Taşçier destnîşan kir, ku mafê her neteweyê ye çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û diyar kir, di vir de mîna Tirk, Ereb û Farsan, mafê Kurdan jî heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Taşçier ragihand, beriya her tiştî divê Kurd li her parçeyî bibin yek û got, "Pêwîste li ser bingeha neteweyî Kurd xwe bi rêxistin bikin. Afirandina hişmendiya neteweyî di vê demê de gelekî girîng e."

Taşçier bi bîr xist, ku di merasîma cenazeyê Lîderê YNK'ê Celal Talabanî de Kurd hemû li hev civiyan û got, "Derket holê ku eger Kurd bixwazin dikarin li hev bicivin. Çawa ku Kurd di sersaxî û referandûmê de li hev civiyan, di nava şert û mercên asayî de jî dikarin li hev bicivin. Kurd bi vî rengî dikarin xwe bi rê ve bibin û ev yek jî bi yekîtiya neteweyî dibe."

Di dawiya axaftina xwe de Taşçier got, "Dem ne dema dûrketina ji hev e, dem dema têkoşîna bi hev re ye."