Wekîlên HDP'yî: Heta ku tecrîd hebe bêhn nayê ber kesî

Parlamenterên HDP'ê li ber mala Leyla Guven daxuyanî dan û gotin, "Divê neyê jibîrkirin; heta ku tecrîd hebe wê li vî welatî bêhn neyê ber kesî."

Parlamenterên HDP'ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî û roja 100'î ya berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven, li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterên ku ji bajarên lê hatin hilbijartin dest bi meşê kirin û tevî astengiyên hêzên dewletê, gihîştin ber mala Leyla Guven û daxuyaniyek dan. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, ya bi Tirkî jî ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate xwendin.

"Bîst sal di ser Komploya Navneteweyî re derbas bûn ku li hemberî Birêz Ocalan pêk hat. Ocalan ku di rêya jiyaneke azad, demokratîk û wekhev de emrê xwe feda kiriye bû hedefa vê komployê. Ocalan li gel vê tenêtiya bêhempa, tecrîda giran û şert û mercên awarte ev 20 sal in ji bo çareseriyek aştiyane li ber xwe dide. Lê 20 sal in ku komploger ji armanca xwe venagerin û dixwazin her tim komployê li gor şert û mercan nû bikin. Ev komplo û tecrîd ne tenê li hemberî Birêz Ocalan e. Di kesayetiya Ocalan de ev komplo li hemberî gelê kurd, li hemberî Tirkiyeyê û li hemberî gelê Rojhilata Navîn hatiye li darxistin. Helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî şoreşa Rojava ku jiyanek alternatif, wekhev û hevpar tê li darxistin sedem û hedefa komployê dide nîşan. Kengê ku ev şoreş derkete holê, destketiyê gelan pêşketin komploger cardin ketin dewreyê û tecrîda Îmraliyê hatiye kur kirin. Di vê warê de afirînerên Pergala Îmraliyê desthilatên navnetewî ne. Ev hêzên komploger bi sedsalan e destê wan qirêj e û netewdewletên statukoyî ne ku dixwazin hemû têkoşînên demokratîk û wekhevîparêz bifetisîn in. 

Tecrîd êdî ji rewşa ku li Birêz Ocalan tê ferzkirin wêdetir e, bi taybetî di sala 2015'an de piştî ku pêvajoya aştî û muzakereyê hat bidawîkirin, li hemû civakê tê sepandin. Hemû Tirkiye îro di bin tecrîdek giran de ye. Di vê warê de pergala Îmraliyê ji bo politikayên li hemberî civakê bên bi karanîn jî wekî labaratuarek tê bi karanîn. Tecrîd ji Îmraliyê destpêkiriye û li hemû Tirkiyeyê belabûye. Lewre desthilatdarên ku her tim şer mezin dikin baş dizanin ku Ocalan kengê dipeyive, rêya çareserî û aştiyê vedibe! Dema dengê Ocalan tê birîn, şer, newekhevî û faşîzm xurt dibe û dikeve dewreyê.

Eger tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê çareserî û aştî cardin wê bikeve rojevê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) û Parlamentera me birez Leyla Guven ji bo ku Tirkiye ji vê tecrîdê rizgar bibe 100 roje bi greva birçîbunê li berxwe dide. Bi sedan girtiyên girtîgehan vê daxwazê mezin dikin. Ev grev li Hewlêrê, li Gallerê û li Strasbourgê pêl bi pêl ber fireh dibe. Daxwaza Leyla Guven û têkoşerên greva birçîbunê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dixwazin ku Tirkiye rumetê ji zagonên xwe re bide nişan û mafên Ocalan yên gerdûnî û zagonî bên dayin. Dixwazin ku Tirkiye ji vê tecrîdê derkeve. Lewma ev bangewaziyek wicdanî ye, bengaweziya berpirsiyariyek civakî ye. 

Em li hemberî vê bangewaziyê bê deng namîn in. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesî ye. Ev daxwaz daxwaza me ye. Lewma koma me ya meclise, ji 12 Sibatê vir ve bi şiara 'Di Roja 100î de Ji bo Şikandina Tecrîda li ser Leylayê' ji Colemêrgê meş da destpêkirin û li gel hemû astengî, êrişan em gihîştin Amedê. Berpirsiyarên ku divê guh bidin bangewaziya Leyla’yê ewqas ji vê daxwazê ditirsin li kû cihê navê Leylayê dibihîzin ew der dorpêç dikin. Ev, helwesta darbekar ya AKP’ê ye. Ev dorpêçkirin wêneyê tecrîda li hemberî Tirkiyeyê ye. Li gel hêza dewletê ya di destê wan de di çavên de tirs û fikar di meşa de hêvî û cesaret heye. Hikûmetê cardin da nişan ku bajar, qad, sûk û kolan di bin tecride de ne. Heya ku Tecrîda liser birêz Ocalan neşkê Tirkiye ji tecridê rizgar nabe. 

Îro, ji bo ku em tecridê bi dawî bikin divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî wê bê perçekirin. 

Em ji dîrokê hîn bûn, emrê van desthilatan ne dirêj e ku welatê xwe bi şert û mercên faşîzmê bi rê ve dibe û li derveyî welatê xwe polîtîkayên şer li dar dixe. Ji bo ku ev desthilat vî welatê hîn zêdetir wêran nekin, divê em hemû qadên jiyanê veguherînin çeperên demokratîk. Ev peywira me ya dîrokî ye.  

Divê neyê jibîrkirin; heta ku tecrîd hebe wê li vî welatî bêhn neyê ber kesî. Ên ku ji bo berjewendiya xwe şer, û xizanî li vî welatî ferz kirin wê bi ser nekevin, wê gelên me bi ser bikevin. Dengê Leylayê gihîşt erd û ezman, berxwedena girtîgehan li çar aliyê welat belabû. Em soz didin: Wê Leyla bijî, wê tecrîd bişkê, dê têkoşêrên greva birçîbûnê bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e."