Wekîlên HDP’ê li Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin-NÛ BÛ

Wekîlên HDP’ê li dijî dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, li Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

HDP’iyên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya 19’ê Tebaxê, li ser Rêya Cûmhûryetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Parlementerê Çewligê Erdal Aydemîr, Parlementera Mûşê Şevîn Coşkûn, Parlementera Wanê Mûazzez Orhan, Parlementerê Wanê Mûrat Sarisaç û Serokwekîla Komê Fatma Kûrtûlan, Parlementerê Colemêrgê Saît Dede, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstefa Avci li gel hevşaredarên bajar Umît Dede û Yadşen Karabûlak tevlî çalakiya rûniştinê bûn.

Polîsan rê nedan ku endamên çapemeniyê nêzîkî çalakiya rûniştinê bibin. Di dema çalakiyê de balafirên keşfê li ser wekîlan re geriya.

HDP'yiyan nêzî 40 deqîqeyan çalakiya rûniştinê lidarxist û piştre belav bûn.