Wekîlê HDP'î Temel: Hûn nikarin ji berpirsyariya wijdanî birevin!

Wekîlê HDP'î Tayyîp Temel ku 56 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên siyasî û got, "Êdî ne roj, saet bi saet mirin nêz dibe."

Bi hezaran kes di grevên birçîbûnê de ne. Ji 30'ê Nîsanê ve 15 girtiyên siyasî ketine rojiya mirinê.

Wekîlê HDP'ê Tayyîp Temel li ser hesabê medya civakî bal kişand ser rojiya mirinê ya 15 girtiyan û bêdengiya hikumetê û raya giştî rexne kir.

Temel got, "Êdî ne roj, saet bi saet mirin nêzî 15'an dibe... Mirina herî giran mirina bi birçîbûnê ye. Heta ku neyê fêhmkirin ku wan girtiyan berdêleke bi vî rengî dane pêş çavên xwe, ti pirsgirêkeke vî welatî çareser nabe. Li pêşberî rewşa giran a bedenên dihele, ne desthilatdarî ne jî mûxalefet nikare bisekine. Rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar nikarin xwe ji berpirsyariya wijdanî vegirin."