Wekîlê Goran Azîz: Terorîst dewleta Tirk bi xwe ye
Parlamenterê Goran Adil Azîz destnîşan kir, PKK û PYD hêzên neteweyî yên Kurd e û diyar kir, terorîstê rasteqîn dewleta Tirk bi xwe ye, ku bi her awayî piştgiriyê dide DAIŞ'ê.
Parlamenterê Goran Adil Azîz destnîşan kir, PKK û PYD hêzên neteweyî yên Kurd e û diyar kir, terorîstê rasteqîn dewleta Tirk bi xwe ye, ku bi her awayî piştgiriyê dide DAIŞ'ê.
Parlamenterê Tevgera Goran Adil Azîz ji ANF'ê re axivî û ji ber ku Serokwezîrê Tirk di civîna hevpar a çapemeniyê de ku lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî jî lê bû ji PKK û PYD'ê re got terorîst û Barzanî jî bêdeng ma, ew rexne kir. Azîz bang li hemû partiyên siyasî û gelê Kurd kir, ku li ber dewleta Tirk rabin.
Azîz got, "Di demeke bi vî rengî de, pêkhatina serdaneke bi vî rengî li Hewlêrê ji bo Kurdan cihê xemgîniyê ye" û wiha dewam kir: "Ne tiştekî qebûlkirinê ye ku Serokwezîrê Tirk Yildirim li kêleka lîderê partiyeke Kurd rabû ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst' û vî lîderê partiyeke Kurd bêdeng ma."
'DIVÊ HER KES HELWESTÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK NÎŞAN BIDE'
Azîz bang li partiyên siyasî û gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê helwestê nîşan bidin û got, "Em vê yekê bi rengekî vekirî dibêjin. Yên destek dane DAIŞ'ê hene, ew terorîst in. Eger PKK û PYD nebûna, wê niha li Şengal û Rojava hîn bêhtir xwîn rijîbûya. Gerîla û şervanan gelê Başûrê Kurdistanê parastin.
Em ji kesên ji van hêzan re dibêjin terorîst nikarin tiştekî bêjin, ji ber ku ew dijmin in. Lê belê ya ku me pê dêşîne ew e, vê yekê li kêleka lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî bi hêsanî got. Em PKK û PYD'ê weke hêzeke neteweyî dibînin. Ew hêzeke ku tevî pêşmergeyan Kurdistanê diparêzin. Lewma vê nêzîkatiya li dijî wan, şermezar dikim. Bang li hemû hêzên siyasî dikim ku li dijî van nêzîkatiyan helwestê nîşan bidin. Bang li gelê Kurd jî dikim ku li dijî dagirkeriya leşkerî ya mêtîngeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê, helwestê nîşan bide û dengê xwe bilind bike."