Wekîlê berê Bînîcî û endamê MP a HDP'ê Bagcik hatin destgîrkirin

Parlamenterê berê yê DBP'ê Îbrahîm Bînîcî û endamê Meclîsa Partiyê (MP) a HDP'ê Mesût Bagcik di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatin destgîrkirin.

Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê berê Îbrahîm Bînîcî, li Enqereyê serê vê sibê di serdegirtina malê de hat destgîrkirin. Polîsan di lêgerîna mala Bînîcî de, dest danîn ser pirtûk û meteryalan. Hat diyar kirin ku ji bo Bînîcî biryara heya 24 saetan qedexekirina parêzeran hatiye dayîn.

Hat destnîşankirin ku Bînîcî di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" de hatiye destgîrkirin. Hat hînbûn ku li Enqereyê, Semsûrê, Amedê û Êlihê, polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de, bi ser malan de girtine. 

Di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin, polîsan li Amedê bi ser mala Endamê PM a HDP'ê Mesût Bagcik de girtin û ew destgîr kirin. Polîsan piştî ku Bagcik birin Miduriyeta Polîsan a Amedê, bi balefirê şandin Enqereyê.