‘Wê weke sembola berxwedaniya Botanê werin bibîranîn’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo bîranîna fermandarê gerîla Bedran Cûdî û hevrêyên wî ku rojên bihurî jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê di daxuyaniyê de got: ‘’Di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de hevrêyê me bavê 3 şehîdan, şoreşgerê leheng Bedran û 4 milîsên me yên hêja şehîd bûn. Em sersaxiyê didine malbatên 5 şehîdên xwe, gelê Mexmûrê, gelê Botanê û hemû gelê Kurdistanê. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin û sond dixwin ku em ê bêrîkirina wan a li Kurdistana azad bi teqezî pêk bînin.

LEHENGÊN BOTANÊ

KCK’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku du kur û keçeke fermandarê gerîla Bedran Cûdî di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane û ji bo milîsên ku jiyana xwe ji dest dane wiha got: ‘’Milîsê me yê hêja Osman Îlhan jî bavê xwe Aferof Mahmût ku yek ji gerîlayê pêşî yê Botanê bû û keça xwe Gurbet di têkoşîna azadiyê de şehîd daye. Abdul Kerîm Izer û Murat Atak zarokên malbatên me yên şehîd ên hêja bûn. Bi milîstî xizmet ji têkoşîna me ya azadiyê re dikirin. Hemû kêliyên jiyana xwe ji bo xizmeta têkoşîna azadiyê dane.’’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyama xwe de wiha got:

‘’Hevrêyê me Bedran bi milîtaniya xwe ya kedkar a têkoşîna me ya azadiyê wê derbasî dîroka azadiyê bibe. Li cem kurê xwe yê şehîd Mehmed, tevlî xwîna wî bûye û gihaye xaka Kurdistanê. Hevrê Bedran kurên xwe û keça xwe şehîd dane, weke şoreşgerekî mezin ku serfiraziya têkoşîna azadiya Kurdistanê ji îro ve teqez kiriye wê di dîroka têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigire. Hevrêyê şehîdên me, hevrêyê hevrêyan, hevrêyê Rêber Apo, wê weke hevrêyê hevrêyan di têkoşîna azadiyê de ji bîr nebe.

Ev 5 şehîdên me yên hêja wê weke sembola welatparêziya Botanê, weke sembola berxwedaniya Botanê werin bibîranîn. Em di dîroka têkoşînê ya van hevrêyaj de û di çîroka jiyana wan de bi rehetî dikarin bibînin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi teqezî bi ser bikeve. Ew bi şehîdbûna xwe xwe nemir kirine û têkoşîna azadiyê jî têkneçûyî kirine.

WÊ DI DÎROKÊ DE CIHÊ XWE BIGIRIN

Di serî de keçên ciwan ên Botanê, ciwanên wê, jinên bi giyanê azadiyê, yixtiyarên welatparêz ên dêrîn wê weke milîtanê têkoşîna me ya azadiyê ku bi agirê azadiyê yên şehîdên me geş bûye,  di geşedana têkoşîna azadiyê de ji niha û pê ve jî rista xwe bi cih bînin.

Ev şehîdên me yên leheng dijminê xwe ditirsînin û Kurdistana azad nêzîk dikin. Hebûna zarên wiha yên Kurdistanê dike ku em di têkoşîna xwe de coşdar bin û bêhtir bi azwerî bin. Bi azwerî û coşa ku ev şehîdên me didine me li Kurdistanê û Rojhilata Navîn em ê gelan bigihînin jiyana azad û demokratîk.