'Wê hesabê şehîdên Sêdarê bê pirsîn'

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn, şehîdên sêdarê Elemhûlî, Kenageh, Wekilî, Hayderiyan û Îslamiyan bi bîr anî û got, "Peyama Şîrîn Elemhûlî ji bo hemû jinan ferman e. Wê hesabê şehîdên sêdarê bê pirsîn."

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdin di salvegera şehadetên şehîdên sêdarê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekilî, Ali Hayderiyan û Mehdî Îslamiyan de diyar kir ku wê gelê Kurd her dem xwedî li bîranîna şehîdên sêdarê derkeve. Mêrdîn got, "Peyama Şîrîn Elemhûlî ji bo hemû jinan ferman e û wê hesabê şehîdên sêdarê bê pirsîn."

Di 9'ê Gulana 2010'an de rejîma Îranê 5 siyasetmedar û şoreşgerên Kurd bi awayekî hovane û bêdad bir sêdarê. Rewşen Mêrdîn di serî de helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê û giştî gelê Kurd bibîr xist û diyar kir ku rejîma Îranê ji lewaziya xwe serî li sêdarê dide. Mêrdîn di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta şehîda sêdarê Şîrîn Elemhûlî û da xuyakirin ku divê di serî de jin û hemû gelê Kurd peyama pêwîst ji Şîrîn Elemhûlî bigrin.

'PEYAMA ELEMHÛLÎ JI BO TALÎMAT E'

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tevgera me meha Gulanê weke meha şehîdan bi nav dike. Di vê mehê de gelek endamên tevgera me jiyana xwe ji dest dan. Lewra ev meh ruhê bilindkirina têkoşînê ye. Bîranîna şehîdan ji bo berdewamkirin û serxistina têkoşînê ye. Li çar beşên Kurdistanê bi bedelên giranbuha têkoşîn hatiye bilindkirin. Weke tê zanîn di 9'ê Gulana 2010'an de 5 şoreşgerên Kurdistan Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekilî, Alî Hayderiyan û Mehdî Îslamiyan ji aliyê rejîma Îranê ya xwînxwar ve hatin darvekirin. Di serî de em wê zihniyete şermezar dikin û lanet dikin. Ji bo azadiya gelên xwe em soz didin ku em ê wê zîhniyetê têk bibin. Peyama Şîrîn Elemhûlî ji bo me talîmat e." 

'ŞEHÎDÊN SÊDARÊ BÛN HÊVÎ; GELÊ XWE ŞIYAR KIRIN'

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku şehîdên sêdarê bi berxwedaniya xwe gelê xwe şiyar kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Şehîdên sêdarê bi têkoşana xwe ya destanî di nav gel de bûn hêvî. Di nav gel de siyasete çewisandinê têk birin û gelê xwe şiyar kirin. Mafê xwe yê rewa dixwestin. Ji ber komara Îranê mafê gelê Kurd qebûl nekir wan girt û di girtîgehan de ji îşkenceyên mezin derbas kirin. Rejîma Îranê ji ber lewaziya xwe serî li sêdarê dide. Di 9'ê Gulanê de van leheng û qehremanên Kurd bi dar ve kirin. Helwesta Îranê ev bû ku hemû gel bêdeng bike. Lê dema lehengên Kurd hat darvekirin gelê me yê Rojhhilatê Kurdistanê bi xwedî derketineke mezin li dûv şehîdên xwe ketin û berxwedaniya wan li cîhanê deng veda."

'GIRÎNG E GELÊ ME YÊ ROJHILAT, HELWESTA XWE YA 9'Ê GULANA 2010'AN CAREKE DIN NÎŞAN BIDE'

Rewşen Mêrdîn bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku helwestê di 9'ê Gulanê de nîşan dane di her dem nîşan bidin ji ber ku rejîma Îranê jî hildiweşe û  got: "Em dikarin bibêjin roja îro gelê me yê Rojhilat di nav têkoşînê de li hemberî pergela Îslamî ya faşîst li ber xwe da û bi dehan şehîdên xwe hene. Niha jî di hepsên Îranê de gelek kesên ku bi îdamê tên tewanbarkirin û îşkence dibînin hene. Eger em dengê xwe nekin wê sibê dor were yê din jî. Pêwîst e ew helwesta 9'ê Gulana 2010'an de niha jî bê nîşandan. Îro rejîma Îranê ji nema dikare xwe bidomine û ew jî hildiweşe. Ji ber ku gelê Kurd zane bûye û mafê xwe dixwaze di vê mijarê de jî şopdarên şehîdên xwe ne." 

'ŞÎRÎN ELEMHÛLÎ JI BO ZANEKIRINA JINAN Û AZADIYA GELÊ KURD LI BER XWE DA'

Endama Koordînasyona KJK'ê Mêrdîn rola Şîrin Elemhûlî ya ji bo giştî jinên Kurd anî ziman û wiha pê de çû: "Şîrîn Elemhûlî jineke şoreşger bû ji bo azadiya gelê xwe û jinan li ber xwe da. Îro jin li Rojhilata Navin çawa dijî? Ti mafê jinan li Rojhilata Navin nîne. Heval Şîrîn bi helwestê xwe, bi têkoşîna xwe ji bo jinan zane bike û gelê Kurd ji bo doza azadiyê şiyar bike li ber xwe da. Heval Şîrîn di nameya xwe de dinivîsîne û dibêje; 'ti sûcê min nîne. Ji ber ez Kurd im min didarizînin. Min dibin sêdarê.' Ev peyamek girîng e. Ji ber tu Kurdî, te dibe sêdarê. Ev peyameke girîng e divê em li vê peyamê xwedî derbikevin. Weke jin di bin pergela Îslamî ya Îranê de weke jineke şoreşger û siyasî mafê xwe û gelê xwe xwest hat darvekirin. Divê em peyama şehîdên xwe rast biwînin. Ev di serî de erka jinan û giştî gelê Kurd e."

'FERZAD, FERHAT, ALÎ Û MEHDÎ JI BO AZADIYA GELÊK URD BÛN SEMBOL'

Rewşen Mêrdîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ferzad Kemanger weke mamosteyek peyamên wî û nameyên wî ji bo gelê Kurd û zarokên Kurd bû emir. Helwestê heval Ferhat, Alî û Mehdî jî ji bo azadiya gelê Kurd bû sembol. Nehezimkirina Rejiîma Îranê li beramberî vê hebû û lehngên Kurd bir ser sêdarê. Di nav civakê de hêj jî gelê me nikare xwe bi awayekî azad ifade bike. Pêwîst e em weke rêxistin û jin xwedî li bîranînê şehîdan derbikevin. Em ê têkoşîna wan bilind bikin û doza wan serbixînin. Di rastiya şehîdan de xwe xurt kirin û armanca wan heta serketinê birin girîng e divê em bi ruhê serketinê bijîn. Em ê hesabê şehîdên sêdarê bipirsin."