Wasiyê Ocalan, Dînç: Çareserî bi rakirina tecrîdê dibe
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir, ew bi ti awayî agahiyê ji Ocalan nagirin û destnîşan kir, çareserî bi rakirina tecrîdê dibe.
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir, ew bi ti awayî agahiyê ji Ocalan nagirin û destnîşan kir, çareserî bi rakirina tecrîdê dibe.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ku di heman demê de wasiyê wî ye, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û astengiya li pêşiya hevdîtinên wan, ji ajansa me re nirxand.
'EM NIKARIN AGAHIYAN JÊ BIGIRIN'
Dînç bibîr xist, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve destûr nayê dayîn ku Ocalan û parêzer hev bibînin û got, "Herî dawî heyetek HDP'ê pê re hevdîtin dikir. Ev hevdîtin jî di 5'ê Nîsana 2015'an de hat birîn. Ji hingî ve ti hevdîtin pê re nehatiye kirin. Herî dawî li ser nerazîbûna raya giştî, di 11'ê Îlona 2016'an de birayê Ocalan pê re rûnişt. Ew jî ji ber nerazîbûna encama gefa li dijî Ocalan a piştî darbeyê pêk hat. Wê wê çaxê ve ti hevdîtin pê re nehatiye kirin. Em nikarin ti agahiyê ji Îmraliyê bigirin. Tecrîdeke şidandî heye li ser Birêz Ocalan. 3 mehkûmên li gel wî jî niha di nava tecrîdê de ne."
Dînç bibîr xist, ku beriya hewldana darbeyê, rêveberiya girtîgehê bi hincetên "keştî xerabe ye" yan jî "rewşa nebaş a hewayê" li pêşiya hevdîtinê dibû asteng û wiha dewam kir: "Piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte hat ragihandin. Pêkanîna destpêkê ya Rewşa Awarte jî li Îmraliyê hat kirin. Biryara destpêkê ya di vê çarçoveyê de hat girtin, li ser Îmraliyê bû. Biryar hat dayîn ku di nava dema Rewşa Awarte de Birêz Ocalan nikare hevdîtinê bi kesî re bike û nikare bi malbatê û parêzeran re baxive. Me di wê demê de jî got, ku biryar ne hiqûqî ye. Hewldanên me yên li dijî vê rewşa nehiqûqî dewam kir. Me hê encam bi dest nexistine."
Dînçe destnîşan, astengkirina hevdîtina bi Ocalan re qanûnî nîne û got, "Ev biryara hikûmetê li dijî hiqûqa wan e jî. Bi ti awayî xwe naspêre rewşeke qanûnî. Dadger dema biryarekê didin, mcbûr in li gorî qanûnên heyî biryarê bidin. Biryarnameyên di dema dawî de hatin derxistin jî, diviyabû li gorî qanûnan bûna. Lê belê biryara hatiye girtin, biryareke bi vî rengî nîne."
NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE
Dînç anî ziman, hem li qada neteweyî, hem jî li ya navneteweyî pêvajoya wan a hiqûqî dewam dike û got, "Biryara li dijî Birêz Ocalan hatiye girtin, biryareke siyasî ye. Hikûmet vê mijarê bi rengekî eşkere dibêje. Serokkomar û Serokwezîr bi awayekî vekirî vê dibêjin ku hevdîtina bi Birêz Ocalan re wê neyê kirin. Hevdîtina bi parêzer û malbatê re, ku di qanûnan de mafekî bingehîn e, tê astengkirin."
Dînç ragihand, astengkirina hevdîtinê pêwendiya xwe bi konsepta şer re heye û bibîr xist, ku her carê dema têkiliya bi Îmraliyê re hat birîn, konsepteke giran a şer li ser Tirkiyeyê hatiye ferzkirin.
Dînç got, "Gava destpêkê ya vê konseptê jî şidandina tecrîdê ye, ku bi ti awayî agahî jê neyê girtin. Piştre jî li dijî gelê Kurd pêla girtin û kuştinê dest pê dike. Gelek caran hat dîtin ku Birêz Ocalan li navenda çareserî û diyalogê ye. Herî dawî di sala 2012'an de pêvajoyeke bi heman rengî derket holê. Di wê demê de jî grevên birçîbûnê dest pê kiribûn. Weke nerazîbûnek li dijî tecrîdê. Di encama van grevên birçîbûnê de, bi pêvajoya çareseriyê ya bi Birêz Ocalan re hat destpêkirin re, nefes hat ber civakê. Hêvî zêde bûn ku ev pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin. 2 salan kesekî jiyana xwe ji dest neda û adresa çareseriyê hat destnîşankirin."
Dînç destnîşan kir, ku divê tecrîd were rakirin, pêvajoya danûstandinê dest pê bike û wiha dewam kir: "Ji bo Birêz Ocala karibe bi rola xwe ya muzakerevanê sereke rabe, lazim e şert û merc ji bo vê bên afirandin. Di serî de mercên ewlekarî û azadiyê. Ev yek jî şertê destpêkê yê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane ye. Naxwe, daxwazeke klasîk nîne."
Dînç ragihand, çareseriya yekane ya pirsgriêka Kurd bi diyaloga bi Ocalan re dibe û ji bo destpêkirina danûstandinan jî xwest, tecrîd were rakirin û mercên danûstandinan bên avakirin.
BÊDENGÎ NAYÊ FÊHMKIRIN
Wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç bibîr xist, ku ji bo qedandina îşkenceya Îmraliyê wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT dane û got, "Em dibînin ku ev saziyên navborî li dijî îşkenceyê helwesteke aktîf nîşan nadin. Dikin qurbanê hevsengiyên siyasî yên heyî. Dema ku mijar Kurd û Birêz Ocalan bin, pîvanên mafên mirovan ên bingehîn ji nedîtî ve tên."
Dînç anî ziman, ev 6 sal in hevdîtinên Ocalan ên bi parêzer û malbatê re tên astengkirin, mafê axaftina bi telefonê û nivîsandina nameyan ji dest hatiye girtin û destnîşan kir, ku bêdengiya rêxistinên mafên mirova li pêşberî vê yekê, nayê fêhmkirin.
'ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ DIBE'
Dînç rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Bi wesîleya rojbûnê, em bang li raya giştî dikin, ku ji bo rakirina sîstema tecrîda giran, bi berpirsyariyên xwe rabe. Di nava konsepta şer de, di nava rewşeke giran a şer de gelek bêhiqûqî tên kirin. Di bingeha van hemû pêkanînan de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Birêz Ocalan dibe, ji holê rakirina îşkence û tecrîdê wê bibe sedem ku Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe û Tirkiye bikeve nava rewşeke demokratîkbûnê."