Waliyê Wanê ji AKP'ê re dixebite

Waliyê Wanê Ozan Balci bi nêzîkbûna hilbijartinê re serdanên ji bo dikandaran û şêniyên herêmê zêde kir.

Waliyê Wanê Ozan Balci bi nêzîkbûna hilbijartinê re ji Serokê AKP'ê yê Bajêr jî bêhtir tevdigere.

Ozan Balci ku meha Tîrmehê li Wanê hate tayînkirin, di kiryarên xwe de ne kêmî yên beriya xwe Mûrat Zorlûoglû û M. Emîn Bîlmez e. Ji roja ku hatiye û vir ve bênavber çalakî û xwepêşandanan qedexe dike. Balci ku di heman demê de qeyûm e, bi nêzîkbûna hilbijartinê re dest bi serdana dikandaran kir. Walî Balci propaganda AKP'ê dike.

Midûrê Emniyetê yê wanê Atanûr Aydin jî li gel Waliyê Wanê karên hilbijartinê dike. Aydin ku beriya 6 mehan dest bi karê hilbijartinê kir, serdanên xwe bi nêzîkbûna hilbijartinê re zêdetir kir û hema her roj serdana dikandaran dike.

Di vê navberê de Serokê berê yê AKP'ê Abdûllah Aras di merasîma cejnê de li xwe mikur hat ku AKP li Wanê qediya ye û êdî kes wê dengê xwe nede. Di dîmen de ku li ser medya dîjîtal hate weşandin, Aras got "Di hilbijartinên parlamenteriyê de em ê deng nedin AKP'ê, dema li kolanan hevdîtinê bi mirovan re dikin, em vê dibînin. Halê me bi vî rengî ye." Ji ber nerazîbûna AKP'iyan Aras gotinên xwe înkar kir.