Waliyê Wanê dest bi karê hilbijartinê yê AKP'ê kir

Waliyê Tirk ê li Wanê û qeyûm Mehmet Bîlmez ji bo AKP'ê dest bi karê hilbijartinê kir. Bîlmez li nava tax û gundan digere û ji bo AKP'ê daxwaza dengan dike.

Karmendên dewletê yên li bajarên Kurdistanê bi taybetî yên li Wanê, weke rêxistina AKP'ê ji bo hilbijartinê dixebitin. Waliyê Tirk ê li Wanê û qeyûm Mehmet Bîlmez li nava tax û gundan digere û ji bo AKP'ê daxwaza dengan dike.

Qeyûm Bîlmez hema bêjin her roj diçe gundekî ya jî taxekê. Welatiyan nerazîbûneke tund nîşanî Bîlmez dan ku weke Serokê AKP'ê yê Bajêr an jî namzetê AKP'ê dixebite. Walî Bîlmez 24'ê Çileyê li navçeya Çaldiranê li Navenda Perwerdeya Gel bi keyayan re rûnişt. Bîlmez îdîa kir ku keya li taxan nûnerên dewletê ne û ji wan xwest, ku hemû pirsgirêkan jê re ragihînin.

'WÊ QEYÛMAN VEGERÎNIN CIHÊ JÊ HATINE'

Walî Bîlmez di civînê de ji keyayan xwest ku sîxuriyê bikin û piştî civîna bi keyayan re serdana esnafê li navenda Çaldiranê kir. Qeyûm Bîlmez ku esnaf û şêniyên herêmê xwe jê vegirtin, piştre serdana taxên Çîçeklî û Koşk ên navçeya Artemêtanê û gundên Alakoy û Atmaca yên navçeya Tûşbayê kir. Gel nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Welatiyan diyar kirin ku waliyê Wanê weke namzetê KAP'ê digere û gotin, serokê giştî yê AKP'ê jî bê wê deng nedin AKP'ê. Şêniyên Wanê gotin, wê qeyûm vegerînin cihê jê hatiye.