Waliyê Silêmanî îstîfa kir

Waliyê Silêmanî Serdar Qadir bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku ew ji wezîfeya xwe ya walitiyê îstîfa dike.

Waliyê Silêmaniyê Serdar Qadir ê  ji pişka Tevgera Goran îro di civîneke çapeniyê de ragihand ku wî dest ji karê xwe berdaye.

Serdar Qadir wiha got: "Eger ez nekarim xizmeta walatiyan bikim û behsa pirsgirêka betaliya mûçexweran bikim, êz ê dest ji kar berdim."

Waliyê Silêmaniyê Serdar Qadîr di dewama axaftina xwe de behsa şêweyê xebata xwe kir û got: "Ez zanyariyên dema pêş ên navxweyî weke xwe nizanim. Ez nikarim cihê xwendekaran baş bikim. Ez nikarim bedelê keda mamostayan di aliyê darayî de ji wan re dabîn bikim. Ew a ku di 27'ê Îlona 2017'an biryar li ser hat dayîn. Ez nikarim cade û elektirîkê çareser bikim û bi min ava vexwarinê jî nayê paqijkirin. Ez ji bo dîroka xwe ya siyasî û tevgera xwe ji niha de dest ji kar berdana xwe radigihînim."

Serdar Qadir ragihand ku wê sibê dest ji kar berdana xwe ji aliyên peywendîdar û cihên cûda yên tevgera xwe re ragihîne.