Walîtiya Tirk meş û daxuyaniyên li Wanê 'qedexe' kir

Walîtiya Tirk a li Wanê, hemû meş û xwepêşandanên li bajêr werin lidarxistin, ji 31'ê Adarê û pê ve 'qedexe' kir.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, ku dijminatiya xwe ya li gelê Kurd ê teslîm nabe didomîne, bi rêya Rewşa Awarte pêkanînên xwe yên dagikeriyê dewam dike.

Walîtiya Tirk a li Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li gorî benda (m) a xala 11.  Qanûna Rewşa Awarte ya bi hejmara 2935'an, hemû meş, daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîn, vekirina kon û standan, çalakiya rûniştinê û hemû çalakî xwepêşandanên bi vî rengî, ji 31'ê Kanûna 2016'an heta mehekê hatiye 'qedexe'kirin.