Walîtiya Îdîrê li bajêr qedexeya 15 rojan ragihand

Walîtiya Îdîrê, piştî îtîrazên ji bo encamên hilbijartinê û deng ji nû ve hatî jimartin û HDP dîsa bi ser ketî, 15’ê rojan qedexe çalakî û şahiyan hat ragihandin.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li gorî encamên hê fermî nebûyî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rêjeya 50.10 ji sedî yê dengan girt û li hemberî eniya faşîst a AKP-MHP hilbijartin qezenç kir. Lê belê li ser îtîraza eniya navborî dîsa di 70 sindoqan de deng ji nû ve hatin jimartin û 60 dengên HDP’ê zêde bûn.

Piştî hejmartina dengan, komeke faşîst a MHP’yî êrîş bir ser HDP’yiyên ku li ser Riya Walitiyê bi konvoya wesayîtan pîrozbahî dikir.

Polîsan destwerdana komê kir kom belav kir lê belê walitiya bajêr ev bûyer kire hincet û li bajêr qedexeya 15 rojan a xwepêşandan, meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiyan ragihand.

Piştî serketina HDP'ê ya şaredariyê, şahiya ku dihat payîn wê sibê bê lidarxistin, hate betalkirin.