Vejîn: Îran bi rêya Tirkiye hewl dide xwe rizgar bike!

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bal kişand ser ambargoya li ser Îranê û got: "Îran di warê siyasî û aborî de her diçe tengav dibe û bi rêya Tirkiyeyê û çend welatên derdor hewl dide xwe rizgar bike."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser mijarên siyasî yên li Îranê, guherînên li herêmê û çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ANF'ê re axivî.

Vejîn got, qonaxa ku gelê Kurd tê de ye qonaxeke dîrokî û hestyar e û diyar kir, bi taybetî di warê hevdîtinên dîplomasî û leşkerî de, dîsa hevdîtinên Îranê yên li aliyê derdor û tevlîbûna wê ya van civînan, bandoriyeke li ser siyasî û aborî ya Îranê dike.

'ÎRAN HEWL DIDE TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE'

Hevseroka PJAK'ê Vejîn bal kişand ser hewldanên xwe rizgarkirinê yên Îranê ya ji krîzên çi aborî û çi jî siyasî û ev tişt got: "Îran ji bo xwe ji krîz û qeyranên aborî û siyasî rizgar bike ketiye nava liv û tevgerê. Lê ev hewldan ne di berjewendiyên civaka Îranê de ye, ji bo dirêjkirina temenê hikumeta Îranê ye."

'ÎRAN BI RÊYA TIRKIYEYÊ DIXWAZE XWE XILAS BIKE'

Vejîn bal kişand ser ambargoyên aborî û siyasî yên li ser Îranê û wiha domand: "Ambargoyên siyasî û aborî yên DYE yên li ser Îranê bandorê li ser Îranê kiriye ku Îran nikare heta astekê xwe xilas bike. Ji bo vê jî ketiye nava rêze hevdîtin û civînan. Îran ji bo xwe ji vê rizgar bike ketiye nava hewldan û tevgerên bi Tirkiye, Iraq, Sûriye û hinek welatên Ereb ên derdor. Dixwaze bi rêya van welatan ji krîzên aborî xwe xilas bike û rêyeke ya ketina welatên cîhanî veke. Divê hêzên şoreşger û azadîxwazên Îranê vê rewşê baş binirxînin, ji ber ku di rewşa heyî de hikumet pir tengijiye, nikare serweriyê li ser ne xwe û ne jî herêmê bike."

Hevseroka PJAK'ê diyar kir, ya girîng divê karker, mamoste, jin û pêkhateyên civakê hemû li dora serhildana gelê Îran a sala borî ku li dijî rejîma Îranê hate kirin bibe yek, bi yek dengî daxwazên xwe bînin ziman ku encam bigirin.

'HÊZÊN DERVE JI BO BERJEWENDIYÊN XWE KAR DIKIN'

Vejîn anî ziman, hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe dixwazin dest li Îranê werdin û wiha pê de çû: "Niha gelek hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe hesab li ser Îranê dikin, hewl didin guherînan li nava Îranê bikin. Lê nikarin Îranê bi temamî birûxînin. Ji ber ku rejîma Îranê yek ji hêzên sermayedarên cîhanê ye. Eger ew sîstem birûxe, lingekî sermayedar dirûxe, bê hêz dibe. Halê hazir her siyaseteke ji derve li dijî Îranê bi rê ve biçe, dixwazin li gorî berjewendiyên xwe kar bikin. Ji bo wê têkoşîna esasî, têkoşîna gelan a li Îranê bi rê ve biçe ye. Gel ji bo xwe baştir dizane daxwazên wê çiye."

Vejîn bi domdarî got: "Rejîma Îranê zilmê li Kurdan dike, weke gelekî bindest lê dinêre. Her wiha zilmê ne tenê li Kurdan, li Ereb, Faris, Azerî û pêkhateyên li Îranê hemûyan dike. Niha gelê li Îranê serdest Faris in, lê pirsgirêkên Farisan jî li ser rejîma Îranê heye û vê yekê napejirînin. Dîsa mezheb û ayînên li Îranê siyaseta heyî ya rejîma Îranê napejirînin."

'MUDAXELEYÊN DERVE ÇARESERIYÊ JI BO ÎRANÊ NAÎNE'

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Zîlan Vejîn bal kişand ser welatên Efxanistan, Iraq û hinek welatên din ên Rojhilata Navîn ên DYE mudaxele li wan kir û wiha pê de çû: "Em lê binêrin welatên ku DYE mudaxele kir di rewşeke gelek xirab de ne. Eger mudaxeleyek li Îranê bê kirin, wê rewşa Îranê jî ne ji ya wan welatan baştir be. Ji ber ku ew sîstema mudaxeleyê dike, li ser esasê desthilatdarî û sermayedariyê ye. Piştgiriya demokrasiyê nake, gelê Îranê jî bi vê rastiyê dizane û ji bo wê di dema serhildanê de gel bi yek dengî yek dirûşmê li dijî sîstemê qîr dikin û vê jî weke peyamekê li dijî hêzên desthilatan qîr dike.

Eger her sazî û hîzbekî Îranî piştgiriya hêzeke derve bike, gelê Îranê vê yekê napejirîne û piştgiriya van hêzan nake. Çareseriya gelan hemûyan yekîtî û jiyana bi hev re ye."

'DÎKTATOREK DIÇE YEKÎ DIN TÊ'

Vejîn li ser Şoreşa gelan a Îranê jî got: "Gelê Îranê dîktatoriya Şah a Îranê rûxand, lê li pey wê dîktatorekî nû hate ser desthilatdariyê. Çavê gel li jiyanê û demokrasiyê ye. Lê sîstema nû li ser esasê mezhebî û Şîa zilm û zextê li gel dike. Ev çil sal in, ev rejîm her roj li Îranê êşkence û kuştinê li ser civakê ferz dike. Gelê Îranê vê rastiya rejîmê û şoreşê dizane, dema xwe gelê Îranê li dijî vê dirûşma 'Bimre Şah' niha jî dibêjin 'Bimre Xamineyî'. Şoreşa niha girîng e ku ji aliyê gel ve tê birêvebirin. Her sîstema ku bê danîn divê bi vîna gel be. Ji bo dîsa weke berê keda gel berhewa neçe û nebe sedemê dîktatorekî nû serî rake."

'DEM DEMA XWEDÎ DERKETINA LI RÊBER APO YE'

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bal kişad ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdê û got: "Niha bi dirûşma 'Tecrîdê têk bibin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin' di serî de li Kurdistan û zindanên Tirkiyeyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo li her devera cîhanê çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Em PJAK jî tevlî vê pêngavê dibin û dem hatiye ku bi şêweyekî giştî xwedî li Rêber Apo derbikevin."

'TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN JI BO RÊBER APO EXLAQÎ Û NETEWEYÎ YE!'

Vejîn anî ziman ku roj ew roj e ku gelê Rojhilatê Kurdistan xwedî li van çalakiyên grevê derkeve û bi ser bixîne. Vejîn herî dawî got: "Tevlîbûna her çalakiyeke ji bo Rêber Apo bê kirin, erkekî exlaqî û neteweyî ye. Ji ber ku her kar û tecrîda li ser Rêber Apo heman demê li ser hemû gelan tê kirin. Şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, şikandina tecrîda li ser gelê Kurd e."