Varto: Ti hêz nikare dijminatiya li Kurdan bide ber çavên xwe

Varto destnîşan kir, heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aştî û aramiyeke mayinde pêk nayê û got, ti hêz nikare dijminatiya li gelê Kurd bide ber çavên xwe.

Endamê Têkiliya Karên Derve yê KCK'ê Serhat Varto, li ser polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma Erdogan, yekîtiya neteweyî ya Kurdan û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd, ji ANF'ê re axivî.

Varto destnîşan kir, heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aştî û aramiyeke mayinde pêk nayê.

Di dema dawî de bi awayekî balkêş di serî de li welatên gîrîng û li gelek welatan rastgirî û neteweperestî zêde bûye. Sedema zêdebûna vê meylê çi ye?

Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Rojhilata Navîn e. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aştî û aramiyekî mayînde nayê avakirin. Lê belê ev jî rastiyekî ye ku, mirov nikare pirsgirêka Kurd ji pirsgirêkên din ên herêmî û cîhanî jî cuda bibîne û çareser bike. Ji ber vê sedemê, pêwîst e Kurd ji her kesî zêdetir guhertin û pêşketinên li herêmê û cîhanê analîz biken û nêzikatiyên xwe yên çareseriyê jî li ser vê bingehê deynin holê. Eger ev neyê kirin Kurd, di sedsala 21’an de jî, wekî destpêka sedsala 20’an de wê li derveyî sîstema cîhanê bimînin. 

Li cîhanê pêşketin û guhertinên pir girîng ên siyasî, civakî, aborî û teknolojîk çêdibin. Sistema cîhanî ji jor de, di bin zextên giran ên hêzên sermayedaran, ji jêr da jî di bin zextên çîn, cins, çand û gelên bindest da maye. Her çiqas wekî Thomas Hobbes gotiye “her kes bi hev û du re ne di nava şerekî da bin jî’’, lê  gelek hêzên cûda yên siyasî, aborî û çandî bi hev re di nava şerekî da ne. Ev rewşa, qeyran û kaosa sistema cîhanê ye. Îro li her deverên cîhanê, hemu hêz li gorî îmkân, hedef û armancên xwe bersiv didin wê qeyranê. Her İdeoloji, siyaset, rexistin û ittifaqên ku tên avakirin bi şêwazekê bersiv dana qeyranê ye. Di roja me ya îro de piraniya hêzan, bi şêwazê nijadperestî, olperestî û mezheperestî bersiv didin qeyranê. Li gelek deverên cîhanê û bi taybetî jî di demên qeyranan de bilind bûna nijadperestî û olperestiyê, bingeha xwe ji xwezaya civakan digire. Civak, di demên qeyran û kaosan de bi giranî xwe dikîşînin nav xwe û xwe li derdorê nirxên xwe yên pîroz de di civînin. Mixabin, civakên ku ji bo parastina xwe li derdora ol û çanda xwe kom dibin, ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve, wekî hêzên leşkerî yên ji êrîşan re amade ne, tên dîtin. Civak bi ramanên wekî olperestî, nijadperetî û mezhebperestî ve tên jehrkirin û li hemberî hev tên bi kar anîn. Nexasim berî her du şerê cîhanê jî wekî roja me, sîstema cîhanê ketibû nava qeyranê û di nava hemu civakan de nijadperestî, olperstî û mezheperestî bilind bu bû. 

EM KETIN PÊVAJOYA KU ŞER HÎN ZÊDETIR BIBE

Pir hêz û sazî yê ku dibêjin em di cîhanê de têkoşîna demoqrasiyê didin, lê dema em li polîtîkayên wan dinêrin em dibînin ku qeyran û kaosê hîn kurtir dikin. Pêwîste ev rewşa bi nakok çawa were dîtin?

Piştî her du Şerên Cîhanê, ji bo careke din kerasetên ji ber desthilatdariya ku bi nijadperestî û mezhebperestî hatibûn xurtkirin, neyê jiyîn, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropa hatibû avakirin. Sîstema nû ya cîhanê jî li derdora van saziyan  hatibû tanzîmkirin. Ev sîstem bi nirxên wekî demokrasî, mafê mirovan û self determînasyon hatibûn xurt kirin. Lê belê di demek kurt de ev sazî veguherîn amûrên ku polîtîkayên hêzên hegemonîk di asta cîhanî da pêk tînin; xirxên wekî demokrasî û mafên mirovan jî bu berdêla neft, gaz û tenazulatên siyasî. Û mixabin cîhan careke din vegeriya rewşa siyasî û civakî ya beriya şerê 1’emîn û 2’emîn a cîhanê. Îro li gelek deverên cîhanê  bilindbûna nijadperestî û olperestiyê, encamên qeyrana sîstema cîhanî ye. Ji bo vê li Ewropa, Amerîka, Rusya û gelek deverên din ên cîhanê, desthilatdariyên nijadperest û olperest ji nû ve tên ser kar. Brexita Brîtanya jî, zêdebuna hewldanen Fransa û Almanya ya, ji bo bandorbûna siyaseta cîhanîda jî, bi vê pêlê ve girêdayî ye. Bi kurtasî, em li tevahiya cîhanê ketine pêvajoyeke ku êdî, li şûna nirxan wê berjewendî, li şûna lihevkirinan jî şer û pêvçûn hîn li pêş bin. 

Qeyrana ku di cîhanê de bi netewperestî kurtir dibe, ê ku vê bi awayekî zêde dijî jî Rojhilata Navîn e. Di tevahiya cîhanê de rewşa RojhilataNavîn bi çi awayî dikare îzah bibe?

Bêguman tiştên ku li Rojhilata Navîn diewimin, bi rewşa cîhanê ve girêdayî ye. Li vê erdnîgariyê jî civak, li hemberî qeyran û kaosan, li derdora nirxên xwe yên herî pîroz ên wekî ol, mezhep û çandên xwe kom dibin. Civak, hebûn û azadiyên xwe, bi van nirxan ve yek dibînin. Lê belê li vir jî hêzên desthilatdar, li ser bingeha nijadperestî, olperestî û mezhebperestiyê, bi van refleksên xwezayî yên civakan dilîzin û li ser wan hegemonyayên xwe ava dikin. Îro, nijadperestiyên Tirk, Êreb û Fars, xwe bi mezhebên Sünnî û Şîî tahkîm kirine. Desthilatdariyên van her sê navendan jî,  bi vê şêwazê dixwazin ji vê qeyranê bi awayekî herî serkeftî sûd werbigrin.

KURD DI POZÎSYONEKE STRATEJÎK DE NE

Yek ji sedema qeyrana Rojhilata Navîn pirsegirêka Kurd e ku ev 100 sal e nehatiye çaresrkirin. Gelo di vê serdemê de, di kaosa Rojhilata Nvîn de rewşa Kurdan çi ye?

Mijara ku, gelo wê Kurd bersiveke çawa bidin vê qeyranê, him ji bo Kurdan û him jî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn mijareke jiyanî ye. Ji ber ku Kurd, him bi erdnîgariya ku lê dijîn, him jî bi hêza xwe ya leşkerî û siyasî, di ve têkoşînê de xwedî rol û cihekî stratejîk in. Lê belê du pirsgirêkên mezin ên Kurdan hene ku pêkanîna vê rola dîrokî û stratejîk de zehmetiyan çêdike. Metirsî heye ku, ev pirsgirêk ziyanên mezin bidin destkeftiyên me yên êsta hene jî. Pirsgirêka yekemîn ew e ku bi pêşengiya rejîma Erdoğan û bi piştgiriya rejîmên Îran û BAAS, li ser gelê me siyasetekî înkarê û qirkirinê tê kirin. Dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan li hemberî gelê me yê çar perçeyên Kurdistanê şer îlan kiriye. Di vî şerî de despêkê, bi piştgiriya dewletên wekî Erebîstana Suidî û Katarê û bi bikaranîna komên çete yên wekî DAİŞ û Nusra, êrîşî destkeftiyên me kir. Dema bi vî rengî bi ser neket, vê carê jî bi dijminên xwe yên berê yên wekî Îran, rejîma Baas û Rûsyayê re li hev kir û rasterast bi artêşa xwe ve him axa Rojava û him jî axa Başûrê Kurdistanê dagir kir. Hikumeta Erdogan hemû xebatên xwe yên dîplomatîk jî, li ser bingeha dijminantiya Kurdan dimeşîne. Ji bo Kurd destkeftî û statuyek bi dest nexin, her cure tawîzan dide hemû kesan. Ji xwe hêzên navneteweyî jî, ji vê lawaziya hikumeta Erdogan ve her cure tenazulatan bi dest dixinin. Bi vî rengî rewşa Tirkiye dişibe rewşa Osmaniyan a beriya Şerê 1’emîn a Cîhanê. Wê demê jî Osmaniyan, ji bo xwe ji aloziyan rizgar bikin, hewl dan ji pirsgirêkên di navbera Rûsya û Ewropayê sûd wergrin. Wê demê, Stenbol jî dişibiya Enqere ya ku îro. Çawa bi trafîka dîplomatîk Ankara wekî navenda siyaseta Rojhilata Navîn xuya dike. Wê çaxê İstanbul jî wekî navenda siyaseta cîhanê dihat dîtin. Lê belê di rastiyê de li Îstanbolê tenê tiştek di qewimî: Ew jî ev bû ku; Osmaniyan ji bo temenê xwe dirêj bikin, tawîzên mezin didan hemû kesan. Yanî di encamê de wan têkiliyan Osmaniyan rizgar nekir. Dibe ku hinek temenê wê dirêj kiribin, lê têkçûna wê asteng nekirin. Niha dewleta Tirk jî dixwaze ji alîkî ve li ser tekoşîna hegemonîk a di navbera Amerika û Rusya’da siyaset bike, ji aliyê din ve jî, ji nijadperesti û mezheperestiya Fars û Ereban îstifade bike. Lê di rastiyê da, ji trafîka dîplomatîk ya li Ankara’da tenê tiştek diqewime: Ew jî, tavîz û tenazulat in. Hedefê we dîplomasiyê de du tişt heyê: a yekemîn, têkbirina deskeftiyên Kurdan, ya duyemîn jî,  dirêjkirina temenên desthilatdariya Erdogan e.

PIRSGIRÊKA KURD VEGUHERIYA TÊKOŞÎNA DIJÎ AKP-ERDOGAN

Kurd di dîroka xwe ya sedsalî de li çar parçeyên Kurdistan rastî li netewperestiya Tirk, Fars, Ereb, rastî li polîtîkayên wan ên asîmîlasyonê û qirkirinê hatin. Lê dema ku em îro dinerin dewlata Tirk, desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî qirqirina Kurd di çar perçeyên Kurdistan de bi awayêkî vekîrî dimeşîne. Hûn polîtîkayên qirqirinê a ku rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî dimeşîne çawa dinirxînin?

Rejîmên Îran û Sûriyeyê dijminantiya Kurdan û şerê li hemberî Kurdan îhaleyê hikumeta Erdogan kirine. Ev hêz ji paş ve her cure piştgiriyê didin dewleta Tirk. Ji xwe artêşa Tirk bi erêkirina rejîma Îran û Sûriyeyê kete Rojava û heta Babê pêş de çû. Hebûna artêşa Tirk a li axa Başûrê Kurdistanê jî, ya rastî bi vê îhaleyê re têkildar e. Ji ber vê sedemê di rewşa heyî de pirsgirêka Kurd ji aliyê taktîkî ve veguheriye pirsgirêka têkoşîna li dijî dewleta Tirk û hikumeta Erdogan. Ev rastî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê; her wiha ji bo Başûrê Kurdistanê, Federasyona Bakurê Suriye û Rojhilatê Kurdistanê jî wisa ye. Ji ber ku him di bingeha qeyrana aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de û him jî pirsgirêkên bidestxistina statu ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê de polîtîka û destwerdanên hikumeta Erdogan hene. 

Hikumeta Erdogan li ser bingeha siyaseta xwe ya Suniperest, ji aliyekê ve hewl dide Kurdên li Başûrê Kurdistanê li dijî hikumeta Bexdayê bi kar bîne; ji aliyê din ve jî Kurdan li dijî hev sor dike. Erdogan, çawa li Tirkiyê, rejîma tek zilam û tek partî ava kiriye, dixwaze li Başurê Kurdistanê jî rejîmekî wisa ava bike. Ji bo we jî, li dijî hêzên Başurê Kurdistanê piştgiri dide PDK’ê. Ev jî, rê li qeyranên siyasi û aborî ra ve dike. Bi vî rengî him pêşî li demokratîkbûna Federasyona Başûrê Kurdistanê digire, him ji avabuna yekitiya neteweyî asteng dike. Ev siyaset heman wextê nahêle Başurê Kurdistan bibe navendekî cazîbê ya Rojhilata Navîn. Ji ber vê sedemê pirsgirêka demokratîkbûyîn, ewlekarî, îstîqrar û pêşveçuna Federasyona Başûrê Kurdistanê, veguheriye pirsgirêka têkbirina destwerdan û polîtîkayên hikumeta Erdogan. Heta ku ev polîtîkayên bi xetere yên hikumeta Erdogan neyê şkandin; ne Başûrê Kurdistan û ne jî Iraq dikare bibe welateke azad û demokratîk. 

JI BO KURDAN GEFA HERÎ MEZIN AKP-ERDOGAN E

Li hemberî dewleta Tirk, têkoşîna ku li beramberî faşîzma Erdogan tê meşandin di milê desketiyên Kurdan de gîrîngiya wê çiye? 

Êdî bi awayekî zelal derketiye holê ku, ji bo Federasyona Bakurê Suriyeyê jî pirsgirêka bingehîn, têkbirina destwerdan û polîtîkayên hikumeta Erdogan û dewleta Tirk e. Niha ji bo hêzên Federasyona Bakurê Sûriye xetere û gefa herî mezin ne DAİŞ ne Nûsra û ne jî hêzeke din e; gef û xetereya herî mezin dewleta Tirk û hikumeta AKP-Erdogan e. Ji xwe ji DAİŞ û Nûsra zêdetir ew êrîşî Federasyona Bakurê Suriye dikin. Rasterast xaka Federasyonê dagir kirine. Ji bo Federasyon li platformên navneteweyî neyên temsîlkirin, ji gefxwarinê heta şantajê, ji lavakirinê heta tawîzdayînê her cure rêbazan bi kar tîne. Ji ber vê sedemê Federasyona Bakurê Suriye him ji bo statu bi dest bixe, him jî ji bo Suriyeyek demokratîk ava bike; pêwîst e ev destwerdan û polîtîkayên bêyom yên hikumeta Erdogan têkbişkîne. Ji bo hêzên civakî-siyasî yên Rojhilatê Kurdistan û gelên Îranê jî heman rewş derbasdar e. Hikumeta AKP-Erdogan ji aliyekê ve ji bo tasfiyekirina têkoşîna Azadiya Kurdan a her perçeyakî de bi rejîma Îranê hevkariyan dike, ji aliyên din ve jî partiyên Kurd li dijî hev sor dike. Bi kurtasî dewleta Tirk, him li hemberî têkoşîna azadiya gelê Rojhilatê Kurdistanê him jî li dijî têkoşîna demokrasî ya gelên Îranê dijminayê dike. Bi kurtasî Erdogan, li ser navê hemû dewletên dagirker û paşverûtiya Rojhilata Navîn, îhaleya têkoşîna li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê hilgirtiye ser xwe. Ji ber vê rol û wazifeya xwe jî Erdoğan, heman demê de dikare him ji Erebîstana Sûidî û Qatar’ê, him jî ji rejîmên Îran û BAAS’ê alîkarî bigire. Ji ber vê sedemê Kurd, mecbur in ev konsept û pîlangeriya bi pêşengiya Erdogan tê meşandin bişkînin. Eger ev plangerî neyê şkandin Kurd, him ji bo azadiya xwe him jî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn, nikarin rola xwe ya stratejîk û dîrokî bilîzin. 

YEKÎTIYA NETEWEYÎ JI NAN Û AVÊ JÎ HEWCETIR E

Di milekî de Kurd di serî de li hemberî faşîzma Erdogan û statukoperestiya heremê têkoşîneke bê hempa dimeşîne, desketiyên mezin bi dest dixe û heman demê derfetê wê yên ku hîn zêdetir bikaribe desketiyan bilind bike jî heye lê tine hesibandina vê û rolê vê y a ku ji nedîtî tên sedema vê çi ye?

Di vê qeyrana  Rojhilata Navîn de astengiya duyemîn û herî mezin ya li pêşiya rola dîrokî û stratejîk a Kurdan jî pêk neanîna Yekitiya Netewî ye. Yekitiya Netewî ji bo me, ji nan û avê pêwîsttir e. Kurditiyeke ku Yekitiya xwe ya Netewî pêk neaniye nikare bibe aktorê bingehîn a siyaseta navneteweyî û herêmî. Di wê rewşê de, him hêzên herêmî û him jî hêzên gerdûnî Kurdan wekî amûreke dibînin û dixwazin wan di stratejiyên xwe yên leşkerî û siyasî de bi kar bînin. Niha ev hêz amaden in ku, dema wextê wê were, Kurdan “tune” bihesibînin. Ji xwe, rûxmî ku li holê hêz û têkoşîneke bê hempa ya Kurdan heye jî, Kurd tune tên hesibandin. Em vê rastiyê, ji gotin û polîtîkayên rojane yên hêzên cîhanî û mêtînger fêm dikin. Li Bakurê Suriyeyê gelê me, têkoşîneke bêhempa meşandiye û destkeftiyên mezin bi dest xistiye. Lê belê dewleta Tirk a ku, berdevkiya hêzên mêtînger dike, bi tu awayî naxwaze van deskeftiyên gelê me nas bike. Ji bo serê vê siyaseta înkar û dij-mirovî binixûmîne jî, dibêje “Ez ne li dijî Kurdame, li dijî PYD’ê me, PYD Kurdan temsîl nake.” Ji bo Bakurê Kurdistanê jî heman tiştan dibêji; “Ez ne li dijî birayên xwe yên Kurdim, ez li dijî PKK me, PKK Kurdan temsîl nake.” Îran jî heman gotinê bi kar tîne. Ew jî dibeje, “Ez ne li dijî Kurda me, li dijî Demokratan, PJAK’ê, Komalayan im, ev hêzana Kurdan temsîl nakin.” Heta doh rejîma Sadam jî di serî de ji bo PDK û YNK, ji bo hemû partiyên Başûrê Kurdistan’ê heman tiştî digotin. Pir zelal e ku ev tişt, bi şêwazên modern pêkanîna înkara Kurd e. Pêwîst e mirov ji wan bipirse, “Gelo PKK, PYD, YNK, PDK, Goran, Tevgerên Îslamî, PDK yên Îranê, Komala, PJAK û bi dehan partiyên Kurd, Kurdan temsîl nakin û ne Kurd bin, gelo kî Kurd e?” Diyar e ku ev dewletên mêtînger bi ti awayî hebûna Kurdan nas nakin û qebûl nakin. Dibe ku hin cahş derkevin holê û bêjin, “Binêrin, dewletên dagirker me qebûl dikin.” Pêwîst e em ji wan re jî vê bêjin; ji ber ku berxwedêr hene, dewlet we qebûl dikin. Eger berxwedêr nebin, hêzên mêtînger ‘Cahşen Kurdan’ jî qebûl nakin. Di heman astî de nebe jî, mirov dikare ji bo hêzên cihanî jî heman nêzikatiyê bîne ser ziman. Ne vexwandina hêzên Federasyona Bakurê Suriye, ji bo konferansên Cenev û Astana, înkara Kurd e. Xistina navê PKK’ê di nava lîsteya terorê jî, ji bilî înkara Kurd, ne tiştekî dine. 

Di vê siyaseta înkar û îmha de rolê hêzên navneteweyî û dargirkeran çiye?

Bêguman ji ber hêzên mêtînger me înkar dikin û hêzên navneteweyî jî bi hin awayan wan erê diken, em nikarin dilşkestî bin. Lê belê em ê herî kêm pirsa, ‘’gelo ev hêz çima ev qas di polîtîkayên înkarê de israr dikin?’’ ji xwe bipirsin. Eger bi rastî jî me bi pêkanîna Kongreya xwe ya Netewî ve asta nûnertiya ku hemû Kurdan temsîl bike derxistiba holê, wê ti kes nikaribûya bigota “Kurd, nikarin Kurdan temsîl bikin.” Eger me pir bieşîne jî ez ê rastiyêkî bi awayekî zelal bînim ziman: Berpirsyarê înkara Kurd tenê ne dagirker û hêzên navneteweyî ne; Siyaseta Kurd a Yekitiya xwe ya Netewî ava nekiriye jî, ji vê înkarê berpirsyar e. Û ez îdia dikim  li Rojhilata Navîn ti hêz nikare yek carekî da dijminatiya hemu Kurdên bike. Ji bo wê jî her dagirkerekî, dijminatiya bêşekî Kurd girtiye ser xwe. Ev dagirkerana, yekîtiya Kurdan wekî kabusekî dibînin. Eger Yekitiya Netewî were avakirin; di serî de Tirkiye, wê hemû dewlet neçar bimînin pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî û demokratîk çareser bikin. Wê demê wê Kurd bigihêjin azadiya xwe, Rojhilata Navîn jî demokratîk bibe.

Hinek alî di pêkanîna yêkîtiya neteweyî de hertim behsa zehmetiyan dikin. Hûn çi dibêjin, bi rastî jî bingêha yêkîtiya neteweyî ava kirin ew qas zehmet e? 

Bêguman zehmetiyên pêkanîna yekitiya neteweyî hene. Lê belê him rewşa neteweyî û him jî ya navneteweyî ji her demê zêdetir ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî zemîneke guncaw pêşkeş dike. Beriya her tiştî hemû gelê me yê çar perçeyên Kurdistanê bi têgihiştin û zanabûneke bêhempa ya neteweyî tev digere. Ti gotin û çalakiyekê ku xîzmetê yekitiya neteweyî nake rast nabîne û erê nake. Ji xwe di mijarên neteweyî de dema pêşketinên xetere derdikevin holê, gelê me sînoran derbas diken û rasterast mudaxaleyên van pêşketinan diken. Hêstyariya ku di bûyerên li Kobanê, Şengal û Kerkukê hatin jiyankirin, vê rastiyê datîne holê. Di vê wateyê de êdî gelê me, ferman û talîmatên pêkanîna yekitiya neteweyî didin me. Di vê mijarê de di qada navneteweyî de jî ji astengiyan zêdetir piştgirî hene. Ji ber wê yekê edî di pêkneanîna yekîtiya neteweyî da, berpirsyartî bi temamî wê ya hêzên siyasî be. 

BENDÊN LI PÊŞ YEKÎTIYA NETEWÎ DIVÊ WERIN RAKIRIN

Di pêknehatina yekîtiya neteweyî de pirsgirêkên  di nav partiyan de ango nakokiya wan bi rastî jî dibe asteng?

Bêguman, di navbera gelek hêzên siyasî yên li Kurdistanê de gelek pirsgirêk hene. Lê belê pêwîst e ev pirsgirêk li pêşiya Yekitiya Netewî wekî asteng neyên dîtin. Eger bi vî çavî mirov li pirsgirêka Yekitiya Netewî binêre, ne mimkun e yekitî pêk were. Li şûna vê pêwîst e em Yekitiya Netewî û Kongreya Netewî him ji bo pirsgrekên navxwe, him jî ji bo pirsgirêkên di navbera netewa Kurd û dewletên dagirker de wekî platform û îradeya çareseriyê bibînin. Dema mirov bi vî awayî li mijarê binêre, ti pirsgirêkî neyê çareserkirin namîne. Di vê babetê de mijareke din a girîng heye ku pêwîst e mirov bi lêv bike; pêwîst e, derfet neyê dayîn ku ti hêz ji ber pêwîstî û zarûreta yekitiya neteweyî,  xwe ferz bike. Pêwîst e ti hêz nekeve nava helwestekî weke “ya hûn ê hemû ferzkirinên min qebûl bikin an jî ez ê neyêm yekitiya neteweyî.” Ya rast ew e ku xebatên Yekitiya Netewî li ser bingeha azadî û nirxên gelê me û rêgezên demokratîk ên gerdûnî were kirin. Pêwîst e ev nirx û Yekitî, ji ti ferzkirinan re neyê qurbanîkirin. Kongra Netewî, bi hêzen dilsoz û welatparêz were li darxistin. Eger Yekitiya Netewî çê nebe, em ê li hemberî gel û dîrokê bikevin bin tohmetekî mezin.

QEDERA BAKUR BAŞÛR Û QEDERA ROJHILAT BI ROJAVA VE GIRÊDAYÎ YE

Di çareseriya pirsgirêka Kurd de noqteyên gîrîng çine û li gorî we di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê rê û polîtikayên çawa were meşandin?

Pirsgirêka Kurd, ji pirsgirêk û pêşketinên herêmî û cîhanî qut nîn in û beyî wan jî nayê çareserkirin. Bi rewşa cîhanê ve girêdayîn ne, li Rojhilata Navîn jî bergirtin û dijberbûneke li ser bingeha nijadperestî û mezhebperestî heye. Ji ber du sedeman, pêwîst e Kurd ji vê dijberbûnê xwe dûr bigirin. Sedema yekemîn ew e  ku nijadperestî û mezhebperistî, tim û daim tundî û pêvçûnan diafirîne. Em hemû vê rastiyê bi rojane ji bûyerên derdora me diqewimin de dibînin. Sedema duyemîn jî ew e ku Kurd civakeke pir olî û pir mezhebî ne. Cephegirtineke li ser bingeha mezhebî, wê di serî de di nava Kurdan de aloziyan derxîne û Kurdan bike dijberê hev. Nijadperestî jî wê me bi gelên din re bixe nava pêvçûneke daîmî. Ji ber vê sedemê pêwîst e em bi nêzikatî û nêrîneke ku Kurdan jî derbas dike ve, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyan biafirînin. Pêwîst e em, ji bo pirsgirêkên Sünnî, Şiî, Xirîstiyan, Êzidî û Kakayiyan jî bi nêrîn û modeleke rêxistinî ya ku van derdoran hemuyan digire nava xwe, çareseriyan pêş bixin. Ev çareserî; demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina herêm, federasyon û konfederasyonên demokratîk e. Serkeftina vê çareseriyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi ezmûnên HDP, li Rojava û Suriyeyê jî bi tecrubeyên Federasyona Bakurê Suriyê ve derketiye holê. Eger bi gelên Tirkiye’yê re yekitiya demokratîk nehatiba avakirin, HDP nikaribû bi 80 parlamenteran ve bikeve meclîsê. Eger tevî Ereb, Suryan, Çeçen, Tirkmen û gelên din ve Federasyona Bakurê Suriyê nehatiba avakirin, Kurdên Rojava nikaribûn bi tena serê xwe destkeftiyên xwe biparêzin.  Wekî van mînakan, pirsgirêkên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî, ji pirsgirêkên gelên din ên li Iraq û Îranê jiyan dikin cûda nayê çareserkirin. Heman nêzikatî ji bo hemû Kurdistanê jî derbasdar e. Pirsgirêka ti perçeyeke Kurdistanê bi cudakirina ji perçeyên din ve nayê çareserkirin. Qedera Başur bi Bakur ra, qedera Rojava bi Rojhilat ra girêdayî ye. Çarenusa hîç parçeyek ji ya din ne cuda ye. Ji bo vê jî, Eger em serkevin, emê bi hewra serkevin. Ez naxwazim qala binketine bikim ji ber ku binketin, ji gel û şehidan re xiyanet e. Ji ber van sedeman pêwîst e Kurd, li hemberî pêşketinên li Rojhilata Navîn bersiveke ku ji her cure nijadperestî û mezhebperestî dur bidin; Di asta neteweyî de yekitiya demokratîk a neteweyî ava bikin, di asta herêmî de jî bi gel, çand û komên baweriyê yên cuda re yekitiyên demokratîk ava bikin. Eger wisa bê kirin, wê Kurd di siyaseta herêmî û cîhanî de nebin amureke basît Berovajî wê di avakirina azadî û demokrasî ya Rojhilatê Navîn da bibin pêşeng.