Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver bal kişand ser berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî dorpêç û danîna kûleyan a li Mexmûrê û rewşa ji niha şûnde ji ANF’ê re nirxand.
Unver ewilî qala bûyera 20’ê Gulanê hewldana artêşa Iraqê ya bi wesayîtên zirxî û leşkerî kir û ev anî ziman: “Di 20’ê Gulanê de artêş Iraqê bi polîsan ve serê sibehê ve hewl dan wargehê dorpêç bike. Gel dema ev yek dît, bi lez û bez ketin pêşiya wesayîtên zirxî. Ev rewş bû sedem ku di roja yekem de alozî derkevin. Ji ber ku artêş hatibû, gel bi demokratîk helwest nîşan da, ji bo vîna wî neyê teslîmgirtin li ber xwe da. Her çû ev yek berxdan mezin bû. Berxwedaneke ya rûmetê bû. Piştî 30 salan, hewldan bi danîna têl, xendek û kuleyan ji bo xwe bêrûmetî dibîne û qebûl nake.”
‘BERXWEDANA GEL A 7 SALÎ HETA 70’Ê SALÎ NÊRÎNA IRAQÊ DA GUHERÎN’
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûr Bêwar Unver li ser berxwedana xelkê Mexmûrê jî ev got: “Berxwedan hêla ku hikûmeta Iraqê careke din kiryarên xwe berçavan re biborîne. Ev berxwedana bi xwe re encamên baş bi xwe re anî. Berxwedanên mafdar wê tim encamên wê serketin be. Serketin jî aniye. Ew têkêşîna gel û vîna gel kir ku ji hevdîtinan encamê xwe hebe. Ji ber ku berê hewldana Iraqê hebû û digotin; ‘ev yek komek, çend kesek naxwazin’, Iraqê nêzîkatiyek wisa raber dikir. 20’ê Gulanê eşkere bû helwesta gel bi xwe ye. Erê meclîs û nûnerê gel heye, di her rewş û qonaxê de piştevaniya vîna xwe dike. Gel pir xurt li vîna xwe derket. Di hevdîtinan de ev berxwedan diyarker bû. aliyê beramber dît, bi vî rengî bi zorê, zext û hêzê nikare vîna geleke penaber bişkîne. Ji 7 salî heta 70’ê salî berxwedana hate kirin, Iraq xiste nava şokê. Berxwedanê di nêrîna Iraqê de guherîn da çêkirin û raya giştî ya Kurd jî rakir ser piyan. Ev berxwedan nebûna wê nava çend saetan de artêşa Iraqê dorî wargehê dorpêç bikiribûna.”
‘NY KETIYE BIN BANDORA SIYASETA DEWLETA TIRK Û ALIYÊN XÊRNEXWAZÊN MEXMÛRÊ’
Unver li ser mijara serdana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştî demekê li Mexmûrê jî ev got: “Ji sala 1994’an heta vê gavê weke penaberên siyasî NY me dinase, heta berî êrîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an. Piştî êrîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an NY bê ku wargehê biparêze ji wargehê derket û çû. Li şûna ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bîne, wargehê biparêze, weke ofîsa heyî carekê de rabûn çûn. Ji wê rojê heta niha NY helwestek neyînî raber dike. Li ser êrîşên esmanî yên li ser wargehê, dîsa ambargoya PDK’ê ya li ser kampê û gelek bûyerên din rûdan, NY li ber van tevan bêdengî hilbijart. Raporên li ser wargehê diçûn bê bersiv dihiştin. Eşkere bû ku NY heta astekê ketiye bin bandora siyaseta dewleta Tirk û siyaseta hinek hêzên xêrnexwazên xelkê wargehê.
BANGA LI IRAQ Û NY'YÊ: LI GORÎ QANÛNÊN XWE NÊZÎ PENABERÊN SIYASÎ BIBIN
Piştî hewldana 20’ê Gulanê ku rû da, li ser berxwedan û vîna gelê Mexmûrê NY careke din vegeriya. Berxwedan û têkoşîna xelkê wargehê ya li ber leşkerên Iraqê deng veda û neçar kir ku NY vegere kampê. Hatina NY ya kampê li ser esasê bê ka rewşê hinek fam bike, tundiya leşkerên Iraqê û birîndarbûna ciwanekê belge bike û guhdar bike, fam bike ev mijar çiye. Xwe wisa dan diyarkirin. Gotin; ‘tiştên me guhdar kirin, bi nûnerên xwe re nîqaş bikin. Bê ku tundî rû bide em ê çareser bikin’. NY neçare erk û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Di çarçoveya zagonên navneteweyî de bi erka xwe rabin. Em NY vedixwînin erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Li ser vê bi Iraqê re hinek nîqaş tê kirin, ev yek jî wê dem diyar bike.”
‘TI GARANTIYEK NÎNE KU ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BISEKININ’
Li ser êrîş û hewldanên Tirkiye ya li ser Mexmûrê Unver ev nirxandin kir: “Êrîş tim didome. Dixwazin wan berdêl û destkeftiyên bi berdêl, xwîn û xwêdana hatin avakirin tine bike, tişta ji destê tê dike. Hewldana artêşa Iraqê û dorpêçê de vekirî çapemeniya Tirk û rayedarên Tirk ev yek nîşan da. Eger gelê wargehê helwestek Tirk nîşan da, vê yekê da nîşanan ku wê qebûl nekin. Bê guman wê êrîş û daxwazên Tirkiye ya ji Iraqê wê ne dawî be. Dema pêşiya me jî wê rewşên wiha derkevin. Êrîşên ser wargehê bi konsepta giştî ve girêdayî ye. Hikûmeta faşîst li ser hikûmetê ye, wê êrîşî wargeh û destkeftiyên Kurdan bike. Gelê wargehê çawa ku di pêvajoyên borî de li ber xwe da têkoşîn kir, ji niha şûnde jî bi heman rengî heta xurtir bike.”
‘IRAQ EGER KU DIXWAZE ÊRÎŞAN BIDE SEKINANDIN, DIVÊ LI XETA SÎNOR PÊŞIYA TIRKIYE BIGIRE’
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûr Bêwar Unver li ser ewlehî û parastina Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr ku bi rayedarên Iraqê re ev got: “Demeke dirêje weke sazûmanî û dîsa xelkê Mexmûrê mijara ewlekarî dixin rojeva hikûmeta Iraqê, NY, saziyên sivîl û raya giştî. Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wargehê kir û gelek berdêl hatin dayîn. Sala 2017’an û vir ve dewleta Tirk ji esmanan ve êrîşên dijwar kirin. Dewleta Tirk ji esmanan û DAÎŞ’ê jî ji bejahî ve bi rengekî kordîneyî dest bi êrîşan kirin. Di van êrîşan de gelek welatiyên me bûn qurbanî. Me ev yek tim xistiye rojava hikûmeta Iraqê. Çawa hikûmeta Iraqê li gorî destûrê penaberên siyasî li ber pêwîstiyên penaberan berpirsyar e, bi heman awayî ji parastinê jî berpirs e. Heta niha garantiyek ku xelkê wargehê bê parastin, wê dewleta Tirk êdî êrîşan pêk neyên, ev xapandine. Hikûmeta Iraqê di warê îdarî û hikmî de ne xwedî vîne ku bikare li ber Tirkiye raweste. Em dibînin dewleta Tirk bê ku qanûnên navneteweyî binase, êrîşî welatên din dike. Tevî ku hemû civînan em kiriye rojev, ew jî dibêjin ew ê aliyê xwe ser bisekinin, ti garantiya xwe tine. Iraq bikare temamî êrîşên ser wargehê bide sekinandin tiştek wiha tine. Ji bo êrîşên li ser xelkê wargehê Iraq bide sekinandin divê êrîşên wan ên li ser xetên sînor bide sekinadin. Li ser xaka başûr bi dehan navendên leşkerî yên Tirk hene.”
‘BERXWEDANÊ SERKETIN ANÎ, LÊ LÎSTOKÊN QIRÊJ DEWAM E; DIVÊ HER KES ÇAVÊ WAN LI MEXMÛR BE’
Herî dawî Unver ev bang li raya giştî ya Kurd, Iraq û NY’ê kir: “Berxwedana xelkê Mexmûrê ku 20’ê Gulanê destpê kir, dengek mezin veda. Bersiva xwe girt, gelê Kurd li derveyî welat xwedî lê derketin. Vê yekê zextek li ser hikûmeta Iraqê kir. Divê raya giştî li ser Mexmûrê baldar bin, lîstokên xirab tên lîstin. Eger heta niha hevhatinek heye, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, li aliyê din zextek jî heye, ji bo ev rewş vegere krîzekê. Divê gelê Kurd li her derê baldar be. Sibe ne diyare çi bibe. Ev baldarî hebe pir baş e. Em gelê wargehê, me xwe li ber qanûn û yasayên Iraqê parastiye. Me xwe ji parastina axa Iraqê berpirs dîtiye, ti ziyaneke me negihaye Iraq û xelkê Iraqê. Em dixwazin bi diyalogê çareserî bibe. Daxwazê me ji Iraqê nebe parçeyek ji siyaseta derve, zextê qebûl neke, bi vîna xwe tevger bike. NY jî divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.”