Uca banga tevlêbûna li çalakiyên ji bo salvegera Fermanê kir

Wekîla HDP'ê Feleknas Uca bang kir ku her kes tevlî çalakiyên ji bo salvegera Fermana Şengalê bibe.

Wekîla HDP'ê Feleknas Uca têkilî salvegera Fermana Şengalê, ya 3'yê Tebaxa 2014'an, ku bi destê DAÎŞ'ê pek hatibû daxuyaniyeke niviskî da. Uca bi bîr xist ku dema fermanê di navbeyna 5 hezar û 7 hezarî de jin û zarokên Êzîdî êsîr hatine girtin, bi hezaran jê di gorên komî de hatine veşartin, 450 hezar Êzîdî hatein koçkirin û bi hezaran jin jî li bazarên koleyan li ber çavê cîhanê hatine firotin. Uca her wiha got hê jî 3 hezar Êzîdî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne.

Uca bi bîr xist ku fermana li ser Êzîdiyan li Ewropa û cîhanê ji hêla gelek welatan ve weke Qirkirina Êzîdiyan tê pênasekirin û got, ''Tirkiye qirkirinê nas nake.''

Uca her wih got Şengalî ji  bo ku careke dî komkujî li ser wan neyê kirin hêzê xwe yên berevaniyê ava kirine, ji bo Şengalê statûyê dixwazin û dermankirina birîna Êzîdiyan, naskirin komkujiyê û desteka li têkoşîna Êzîdiyan peywira her kesî ye.

Wekîl Feleknas Uca her wiha xwest ku  3'yê Tebaxê weke 'Roja Têkoşîna Dijî Qirkirina Jinê' were naskirin û bang kir ku her kes tevlî çalakiyên bîranînê yên 3'yê Tebaxê bibe, ku li hemû bajaran wê were kirin.