Tûrnûvaya  futbolê ya li Qendîlê bi dawî bû

Tûrnûvaya Futbolê ya Qendîlê ku her sal ji aliyê Ciwanên Welatparê  ve bi desteka Şaredariya Qendîlê tê lidarxistin, bi dawî bû.

Tûrnûvaya Futbolê ya ku 28’ê Tebaxkê bi tevlîbûna 24 tîmên ji Qendîl, Ranya, Sengeser, Qesrê ya bi tevlîbûna bi dehan ciwanan hatibû destpêkirin, tevahiya tûrnûvayê 28 lîstik hatin kirin. Tûrnûvaya îsal ji bo bîranîna Şahîn Dîcle yê ku 5’ê Tîrmeha 2019’an li Qendîlê şehîd bûbû hate kirin.

Ciwanên tevlî tûrnûvayê bûn, diyar kirin ku destpêkirina tûrnûvayeke wiha li Qendîlê ku her roj tê bombekirin, girîng dibînin. Lîstika fînalê di navbera tîma Bokristan û Derakotir de hatin lîstin. Tîma Bokristan bû serketiyê tûrnûvayê.

Tûrnûva bi dayina xelatan a tîmên serketî û gerandina govendê bi dawî bû.