Turan: Li Dayika Sîsê zilim tê kirin

Parlamentera HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan diyar kir ku Dayika Sîsê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got: “Di girtîgehê di nava çar diwaran de li pîra 85 salî zilmê dikin.”

Sîsê Bîngol a 85 salî ya li Girtîheja Jinan a Tarsûsê ye, di 2’yê Mijdarê de rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol 8 rojan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin û piştî 8 rojan hatibû gotin ku wê di nav 15 roj an de rapora wê bê amadekirin. Zanîngeha Mêrsînê di derbarê Sîsê Bîngol a 85 salî de rapor amade kiribû û gotibû ‘Ji sedî 97 fonksiyonên bedena wê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê xetere ye’. Piştî zanîngeha Mêrsînê rapor amade kir û di 19’ê Mijdarê de şand ji Saziya Tiba Edlî (STE) re û parêzerên Sîsê Bîngol serî li STE dan û xwest Sîsê Bîngol serbest bê berdan. Lê nûnerên STE piştî muayeneyê di derbarê Bîngol de rapor amade kir û di raporê de wiha got: “Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne.”

Parlamentera HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan têkildarî rewşa tenduristiya girtiya nexweş Sîsê Bîngol (85) axivî û diyar kir ku Dayika Sîsê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got: “Di girtîgehê di nava çar diwaran de li pîra 85 salî zilmê dikin.”

‘REWŞA DAYIKA SÎSÊ GIRAN E’

Turan da xuyakirin ku her diçe rewşa Sîsê Bîngol girantir dibe û loma nexweşxaneyê "rapora" nikare di girtîgehê de bimîne" dane. Turan destnîşan kir ku divê dayika Sîsê di şert û mercên baş de bê tedawîkirin û got: "Wê rakirin nexweşxaneyê jî, lê belê di bin tecrîdê de hat tedawîkirin. Ev rêbaza tedawiyê ne rast e, bêhiqûqî û bêedaletî ye. Jineke 85 salî bi ranzayê tê kelemçekirin û tedawîkirin. Ev ne tiştekî ehlaqî ye. Dayika Sîsê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Hevalên wê alîkariya wê dikin. Ji kincên wê bigirin heta razana wê, rûniştinê hevalên wê alîkariya wê dikin. Ancax bi vî awayî dikare bijî. Dayika Sîsê di ser 85 salî re ye. Di vî temenî de nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne.”

‘LI DAYIKA SÎSÊ ZILM TÊ KIRIN’

Turan nerazîbûn nîşanî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) da û wiha got: “ATK’ê li ruxmê rapora Zanîngeha Mêrsînê ya ‘Ji sedî 97 fonksiyonên bedena Dayika Sîsê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê xetere ye’ jî raporek sosret û ji derveyî exlaq ji bo Dayika Sîsê amade kir. Em raste rast li hemberî dramayek ya mirovahiyê ne. Dayika Sîsê bi awayekî bê hiqûqî û qanûnî di girtîgehê de tê girtin. Dema mijar Kurd be, li her derê rastî nêzîkatiyên xirab tê. Dema tiliya alîgirek AKP’ê xwîn jê tê hemû derfetên xwe seferber dikin. Lê dema Kurd be ew kes bi mirinê rû bi rû tê hiştin. Ev zilmeke li ser Dayika Sîsê û divê demildest ev zilm bi dawî bibe û dayik Sîsê were berdan.”

JI MÛŞÊ SIRGÛNÊ TARSÛSÊ KIRIN

Sîsê Bîngol di Nîsana 2016’an de li gundê Gimgima Mûşê li mala xwe hate destgîr kirin û bi îdiaya ‘Endama rêxistinê’ hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Mûşê û di hezîrana 2016’an e ji ber sedemên tenduristiyê hat berdan. Lê Bîngol di danişîna ewil a Nîsana 2017’an de bi îdîaya ‘Alîkarî daye rêxistinê’ 4 sal û 2 meh ceza lê birîn û dîsa şandin girtîgeha Mûşê. Piştî demekê Bîngol ji girtîgeha Mûşê şandin Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê.