Tûnç: Wê krîza aboriyê bixin stuyê şewbê

Aborînas Ramazan Tûnç bal kişand ser krîza aboriya Tirkiyeyê ku ji ber deynê giran, budçeya şer û çikandina çavkaniyan rû da û got, niha jî wê vê krîzê bixin stuyê şewbê.

Aborînas Ramazan Tûnç diyar kir, ku paketa tevdîrê ya ku hikumetê eşkere kir, ji bac û pereyê SGK'ê bi hêsanî hatiye peydakirin.

Tûnç ji ANF'ê re axivî û diyar kir, polîtîkayên li Tirkiyeyê yên dijberiya li Kurdan bandoreke giran li aboriyê kiriye û got, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser budçeya Tirkiyeyê ya salên 2018 û 2019'an wê bê dîtin ku lêçûnên ji bo parastinê timî zêde bûne. Em ji daneyên budçeyê zanin ku ev lêçûn li gorî salek berê bi rêjeya 25 ji sedî zêde bûne. Aboriya Tirkiyeyê ji xwe tengav bûbû. Mirov dikarin bêjin ku di pozîsyona razemeniya derve de valahiya ji 366 milyarî ya Tirkiyeyê heye. Ev valahiyeke gelekî mezin e. Her wiha 430 milyar deynên xwe heye. ji ber şewbê wê sektor tengav bibe."

WÊ KRÎZÊ BIXIN STUYÊ ŞEWBÊ

Tûnç anî ziman ku eger paketek tevdîrê ya ku valahiya pereyan dagire neyê eşkerekirin, wê qîmetê Lîreyê Tirk hîn bêhtir kêm bibe û got, "Bankaya Navendî hema bêjin amûrên di destê xwe de hemû bi kar anî. Dema bê bi bandora şewbê re jî wê Tirkiye bêhtir tengav bibe. Di rewşeke wiha de jî wê krîza aboriyê bixin stuyê şewbê."

Tûnç bi bîr xist ku borsaya navneteweyî ji ber vîrûsa koronayê bi 20 ji sedî kêm bûye û got, "Welat hemû di asta alarmê de ne. Dema ku ev alarm hate dayin wê bazara derve ya Tirkiyeyê tengav bibe."