TUHAY-DER: Girtî divê tavilê bên berdan!

TUHAY-DER'ê diyar kir ku şewba vîrûsa Koronayê li girtîgehan dibe ku bibe sedema encamên giran û xwest, girtî tavilê bên berdan.

Li Îranê, weke tevdîra li dijî şewba vîrûsa Korona, girtiyên siyasî jî di nav de 85 hezar kes hatin berdan. Li Tirkiyeyê jî girtî di nava metirsiyê de ne.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (TUHAY-DER) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

'DIVÊ BI RÊK Û PÊK HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ KIRIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêhiqûqiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tê kirin biryareke siyasî ye û hate gotin, "Şewata beriya niha ya li giravê bû sedema tirs û fikareke mezin a gel û rêxistinên maf. Di encama vê fikarê û nerazîbûna raya giştî de hevdîtin bi Birêz Ocalan û du girtiyên din re hate kirin. Lê belê ew tecrîd nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û serlêdanên piştre hatin kirin bêencam man. Bi navê TUHAY-DER'ê em dixwazin ku malbat, parêzer û wasiyê Ocalan bi rêk û pêk hevdîtinê bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîdkirina Ocalan niha li girtîgehên welêt hemû belav bûye û hate ragihandin, "Binpêkirina mafên mirovan û cezayên dîsîplînê yên li girtîgehan ne yên qebûlkirinê ne. Di rewşekê de ku vîrûsa Korona belav dibe û bandor li tevahiya civakê dike, qutkirina serdanên li girtîgehan çareserî nîne."

'DIBE KU ENCAMÊN XWE GIRAN BE; DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'

TUHAY-DER'ê diyar kir ku şewb dibe ku li girtîgehan bibe sedema encamên giran û bêyî cudahiyê bikin divê girtî û hikumxwar hemû bên berdan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de Birêz Ocalan û sê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, divê girtî û hikumxwar hemû azad bibin. Ji bo vê jî di serî de rêxistinên civakî yên sivîl, em bang li rewşenbîr, nivîskar, saziyên civakî dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin."