TUAY-DER: Birêz Ocalan û girtî hemû divê bên berdan

TUAY-DER'ê ragihand ku maske û dezenfektanê nadin girtiyan û xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî hemû bên berdan.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê (TUAY-DER) daxuyaniyek weşand û ragihand ku maske û dezenfektanê nadin girtiyan.

Di daxuyaniyê de bang li Wezarta Edaletê û rayedarên hikumetê hate kirin ku guh bidin banga Neteweyên Yekbûyî û bi lez girtiyan berde.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî agahiyên di nava raya giştî de belav bûn, tê dîtin ku di guhertina înfaza ceza de ya nû, cih nedane mehkûmên siyasî. Guhertineke ku mehkûmên siyasî ne di nav de bin nayê qebûlkirin."

'DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE'

Di daxuyaniyê de ji bo hevgirtineke wekhev û bi rûmet, ji bo jiyaneke aram bang li rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, rûspiyan, rewşenbîr û nivîskaran hate kirin ku li dijî cihêkariyê dengê xwe bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de girtiyên nexweş, Birêz Abdullah Ocalan û mehkûmên siyasî hemû mehkûm divê tavilê bên berdan. Vîrûsa korona bêyî cudahiyê bixe nava mirovan bi her kesî dikeve. Em bang li rayedaran dikin ku cihêkariyê nekin û daxwaza azadiya mehkûman hemûyan dikin."